Di lêpîrsîna Sarisuluk de şahidan derewên Polîs derxistin holê
Di lêpîrsîna Sarisuluk de şahidan derewên Polîs derxistin holê
Di lêpîrsîna Sarisuluk de şahidan derewên Polîs derxistin holê
Di çarçoveya lêpirsîna ku piştî Ethem Sarisuluk ê li Enqereyê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin de 4 kesan îfade dan dozgeriyê. Yek jê polîs ku 4 kesan îfade dan. Şahidan îfadeya polîsê bi navê Ahmet Şahbaz ê Sarisuluk qetil kir derew derxistin. Polîs Şahbaz gotibû: “Ez di nav çalakvanan de mam, ez ji lînckirinê tirsiyam.”
Li gorî nûçeya Alîcan Uludag a rojnameya Cumhuriyetê li ser daxwaza malbata Sarisuluk 3 şahid li dozgeriya Enqereyê hatin guhdarkirin. Şahidan gotin ku polîs Şahbaz tevî ku polîs vekişiyan jî venekişiyaye, bi ser xwepêşanderan de hatiye, piştî bi lingan li xwepêşanderekî xistiye gulle berdane ser xwepêşanderan.
Îfadeya şahidên hatine guhdarkirin wiha ye:
Şahid S.D: 10 metre dûrî min komeke xwepêşanderan a ji 20-30 kesan pêk dihat hebû. Li pêşiya wan jî polîsên ku vedikişiyan hebûn. Ji nav wan polîsek ber bi pêş de hat bi lingan li xwepêşanderekî li erdê da. Paşê çeka xwe girt destê xwe û gulle berdan. 3-4 gulle berdan paşê zivirî û reviya.
Şahid D.G: di carekê de ji nav komê polîsekî xwe avêt pêş û ber bi xwepêşanderan ve hat. Bi lingê xwe li xwepêşanderekî da. Hinekî li pêşiya wî xwepêşanderî, komek ji 10-15 kesan a xwepêşanderan dirûşm qîr dikirin. Yê polîs çeka xwe kir destê xwe. Çeka xwe ber bi koma hinekî li pêş dirêj kir û gulle berdan. Berê çeka xwe rasterast da xwepêşanderan û gulle berdan ser van. Paşê reviya cem hevalên xwe.
Şahid C.Ç: Ji rastê rawestgeha taksiyan polîsek ber bi pêş de derket. Bi lez ber bi xwepêşanderan ve meşiya. Bi lingan êrîşî xwepêşanderekî kir. Yê xwepêşander li erdê ket. Di wê kêliyê de ez li gel Ethem bûm. Min dengê 3-4 gulleyan bihîst. Kê gulle berdidan min nedît.