Di lêpirsîna ‘nelêrêtiyê’ de hejmara binçavkirina giha 49’an

Di lêpirsîna ‘nelêrêtiyê’ de hejmara binçavkirina giha 49’an

Di operasyonên “nelêrêtî” û “rûşvetê” yên ku îro li Stenbolê polîsan da destpê kirin hejmara yên ku hatin binçav kirin giha 49’an û di debarê 7 kesan de jî biryara lêgerînê hate derxistin.

Di çerçeya lêpirsîna ku bi îdîaya ‘nelêrêtiyê û rûşvetê’ de ji aliyê Serdozgeriya Komara Stenbolê ve hat destpê kirin polîsê Mûdûryeta Şûbeya Tekoşîna li hember Sucan a Malî  vê siharê di ser gelek malan de girtin. Hejmara yên ku di oparasyonan de hatin binçav kirin zêde bûn.

Di navde ku karmendên navdar û sê kûrên wezîran jî hene herî kêm 49 kes hatin binçav kirin û di derbarê 7 kesan de jî biryar lêgerînê hat derxistin.

Operasyon bi îdîaya ku di encama şopandina fîzîkî û textîkî de a nêzî 2 salan de “bi karanîna pareyê qaçax”, “qaçaxçitiya zêr” û “rûşwet dana xebatkarên karê giştî” hatiye destpê kirin.

Di nava yên ku hatine binçav kirin de yek ji dewlemendên Tirkiyê Alî Agaoglu û Serokê Şaredariya Fatihê Mustafa Demir li gel kûrê Wezîrê karên Hindir Muammer Gûler Bariş Gûler, Kûrê Wezîrê Aborî Zafer Çaglayan Salih Kaan Çaglayan û kûrê Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar Abdullah Oguz Bayraktar hene.

Li gel vêna ji Wezareta Derdorê Rêveberê Giştî Mehmet Alî Kahraman û Şêwirmendê Wezîrê Derdor Sadik Soylu li gel ji Wezareta Aboriyê Bakan Çaglayan Rêveberê wî yê teybet Mustafa Behçet Kaynar û Onur Kaya di nava yên hatine binçav kirin de cih digirin.

Di operasyonê de hevserê stranbêj Ebrû Gûndeşê, Karmend Reza Zarrab li gel Rêveberê Giştî yê Banka Gel Sûleyman Aslan jî hatine binçav kirin. Li gel vê jî Serokê Kurula Rêveber a Taşyapiyê Emrullah Turan gihiştina agahiya jê li Emniyetê ye.

Operasyona ku Şaredariya Fatih hedef girtiye di nava yên hatine binçav kirin de Serokê Şaredariyê Mustefa Demir ku heyî û gelek kesên din hatin binçav kirin.