Di Kongreya TTB’ê de banga ‘Eniya Demokrasiyê’
Di kongreya TTB’ê ya li Enqereyê de li dijî êrîşên qirker ên AKP/Qesrê banga avakirina Eniya Demokrasiyê hate kirin.
Di kongreya TTB’ê ya li Enqereyê de li dijî êrîşên qirker ên AKP/Qesrê banga avakirina Eniya Demokrasiyê hate kirin.
Di kongreya TTB’ê ya li Enqereyê de li dijî êrîşên qirker ên AKP/Qesrê banga avakirina Eniya Demokrasiyê hate kirin.
Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), 67’emîn Kongreya xwe ya Mezin li Salona Konferansê ya li Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê da destpêkirin. Di roja yekem a Desteya Giştî ku wê sê rojan bidome de gelek doktor amade bûn. Di Desteya Giştî de Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko, Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, Hevserokê KESK’ê Lamî Ozgen, Serokê Desteya Rêveberiya TMMOB’ê Emîn Koramaz, Wekîlê Hevserokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken û Parlamenterê CHP’ê Halûk Koç jî cihê xwe girtin.
DR. ÎLHAN: TENDURISTÎ JI BO HER KESÎ YE
Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Beyazit Îlhan di axaftina xwe de anî ziman ku bêyî cihêtî tenduristî ji bo her kesî maf e, divê ev wezîfeya doktortî jî li gor vê zanebûnê bê bicihanîn. Îlhan wiha got: “Li welatekî ku mirin ewqasî ji rêzê bûne, li çar aliyan bombe diteqin, mirov ji tirsê nema dikarin derkevin kolan, sûk, bazarê, ji ber şer mirovên neçarî koçê bûne têkoşîna jiyanê didin, şer û mirinan bajar dorpêç kirine, bajar bi erdê re dibin yek, hela ku rêveberên vî welatî her cure zext û cihêtî kûr kiribe, mirov qitûb kiribin, wê hekîm çi bikin, çi bibêjin.”
‘LI KURDISTANÊ GEL NIKARE XWE BIGIHÎNE XIZMETÊN TENDURISTIYÊ’
Dr. Îlhan bal kişand ser qetlîamên li Kurdistanê, got: “Mirov nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê. Hewl didin bi ala spî biçin diyalîzê. Doktor, hemşîrê, ajokarên ambûlansê tên qetilkirin. Nexweşxane, saziyên tenduristiyê tên gulebarandin. Navendên tenduristiyê malbatan, nexweşxaneyên taybet tên hilweşandin.”
BEKO: MEJIYÊN WAN LI SER PERAYAN TENÊ YE!
Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko jî bal kişand ser cinayetên kar. Beko wiha got: Em dibêjin bila Saziyek xweser a Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar bê sazkirin. Li guh neda tiştên mejî û zanistê. Ji berk u mejiyên wan tenê li ser pereyan, rant û Qesrê ne.”
Beko diyar kir ku Tirkiye ketiye nav faşîzmekê û banga avakirina Eniya Demokrasiyê kir.
OZGEN: DIVÊ TEVAHÎ BINDEST LI HEV BICIVIN
Hevserokê KESK’ê Lamî Ozgen jî li dijî faşîzm û dîktatortiyê banga yekîtiya tevahî bindestan kir.
KORAMAZ: DIVÊ EM BIBIN YEK
Serokê Desteya Rêveber a TMMOB’ê Emîn Koramaz jî ev gotin: “Em wek doktoran ji bo jiyanek bi tendurist, bajarên bi tendirust têdikoşin. Desthilatdarî li vî welatî berê xwe daye jiyana mirovan. Daxwaza statuyê ya gelê Kurd hevrûyî zextê tê. Binpêkirinên Destûra Bingehîn, bombeyên diteqin. Em ber bi rejîmek yek zilam ve bi lezûbez diçin. Dewlemendiyên me yên sererd û binerd têne talankirin. Maden bûne cihê mirinên karkeran. Divê rêxistinên ked û pîşeyê têkoşîna xwe mezin bikin. Divê em li her qadê jiyanê bibin yek û mezin bibin. Em vê li taxan, kargehan belav bikin.”
BALÛKEN: ENIYA DEMOKRASIYÊ JIYANÎ YE
Wekîlê Hevserokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken jî ev nirxandin kirin:
“Divê di vê kongreyê de bê ka çawa nexweşxaneyên li bajarên Kurdan kirine bargeh, li korîdorên jiyanê de çawa maşîneyên şer hatin xebitandin bên nîqaşkirin… Dest jê berde mafê tenduristiyê, mafê jiyanê nîne. Heta em li welatekî ku mafê definkirina mirovan nîne vê kongreyê li dar dixin.”
Balûken di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi rastî jî divê Eniyek Demokrasiyê bê sazkirin. Ev gelekî jiyanî ye.”