Di kongreya NCDK a Gronaû de banga 'seferberiyê' hat kirin

NCDK a Gronaû kongreya xwe ya 3. lidar xist. Di kongreyê de bal hat kişandin ser girîngiya pêvajoyê û hat xwestin, di asta seferberiyê de têkoşîneke xurt bê meşandin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Elmanya Gronaû, kongreya xwe ya 3. lidar xist.

Kongre saet di 12:00 de bi deqeyeke rêzgirtên ji bo bîranîna cangoriyên berxwedana xwerêveberiyê destpê kir.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Elmanyayê (NAV-DEM) Tahir Koçer beşdarî kongreyê bû. Koçer di axaftina xwe ya li vir de got, "Pêvajoya em tê de ne, ji bo gelê Kurd ji her alî ve dîrokî ye. Weke Kurdistaniyên li dîasporayê dijîn, pêwîste em li gorî pêdiviyên gelê xwe yên li hemû qadan komun an jî meclîsan ava bikin û bi ruhê seferberiyê têkoşîna xwe mezin bikin."

Koçer di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna bi heybet a Tevgera Azadiyê ya Kurd li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn û destnîşan kir, ku ev têkoşîn ji bo hemû gelên bindest bûye hêviya azadiyê.

Di kongreyê de meclîsa ji 35 kesan û komîsyonên rêxistinbûyîn, ciwan, aştî û li hevkirinê, çand, têkiliyên derve, dîsîplîn, maliye û Rojava hatin avakirin.

Ji bo Hevserokatiya Meclîsê jî Cafer Cizîrî hat hilbijartin. Hevseroka jin jî wê piştre ji aliyê jinan ve were hilbijartin.

...