Di kongreya Dîe Lînke de piştgirî ji HDP'ê re hat dayîn

Di kongreya eyaleta Hessene ya Dîe Lînke de, qirkirina siyasî ya li dijî Kurdan hat şermezarkirin û piştgirî ji HDP'ê re hat dayîn.

Partiya Çep (Dîe Lînke) ku mûxalefeta bingehîn a Elmanyayê ye, li bajarê Bensheîm ê herêma Maîn Kînzîngê, kongreya xwe lidar xist. Di vê kongreya eyaleta Hessenê de ku du rojan dewam kir, qirkirina siyasî ya li dijî Kurdan hat şermezarkirin û piştgirî ji HDP'ê re hat dayîn.

Hevserokê federal ê Dîe Lînke Bernd Rîexînger di destpêka kongreyê de axivî. Rîexînger êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê şermezar kir û got, ew piştgiriyê didin HDP'ê.

Rîexînger got, "Piştgiriya me ya ji bo HDP'ê wê dewam bike. Em dixwazin ew zanibin, ku em bi wan re ne. Lazim e polîtîkayka şîdet û şer a li dijî Kurdan derhal were rakirin û girtiyên siyasî bên berdan. Pêwîste alîkariyên çekan û leşkerî yên ji bo Tirkiyeyê tên kirin, derhal werin sekinandin û muzakereyên ji bo endametiyê bi Tirkiyeyê re tên meşandin, bên sekinandin."

Di kongreyê de 'qirkirina siyasî ya li Tirkiyeyê' weke xaleke taybet hate nirxandin. Endamên partiyê jî li ser rewşa li Tirkiyeyê axivîn û êrîşên qirkirinê bi tundî şermezar kirin.

Di dema kongreyê de ji bo agahî li ser êrîşên li dijî HDP û KJA'yê were dayîn, standeke agahdarkirinê hat vekirin û belavok hatin belavkirin. Her wiha dosyayên li ser rewşê radestî rayedarên partiyê hatin kirin.

Di kongreya Hessenê ya Dîe Lînke de nûnera Ewropayê ya Weqfa Jinê ya Azad (WAJR) Meîke Nack û mamosteya ji Kobanê Ebdî Qadir jî amade bûn.

Qadir û Nack li kongreyê axivîn û li ser pêvajoya ji nû ve avakirinê ya li Kobanê agahî dan. Qisekeran gotin, tevî gelê Elman Dîe Lînke kedeke mezin daye karê ji nû ve avakirina Kobanê.

Di kongreyê de her wiha ji bo piştevaniya Kobanê, kampanya bexşê jî hat meşandin.