Di kongreya Dergaha Kurdên Elewî de berxwedan hat silavkirin
Li Hagenê, Dergaha Kurdên Elewî kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê hat silavkirin û êrîşên AKP'ê hatin şermezarkirin.
Li Hagenê, Dergaha Kurdên Elewî kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê hat silavkirin û êrîşên AKP'ê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Elmanya Hagenê, Dergaha Kurdên Elewî kongreya xwe ya asayî lidar xistin.
Di kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, piştî hilbijartina dîwanê rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin.
'ÊRÎŞ LI HEMBERÎ KURDÊN LI DÎASPORAYÊ JÎ TÊN KIRIN'
Di axaftinên li kongreyê de polîtîka tinekirinê ya topyekûn a faşîzma AKP û DAIŞ'ê li hemberî gelê Kurd dimeşîne hat şermezarkirin û hat gotin, "Mîna ku komkujiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê têra wan nake, niha hovane êrîşî Kurdên li dîasporayê dikin."
Di kongreyê de, hevserok û desteya rêveber a ji 7 kesan ku piraniya wan jin e, hatin hilbijartin. Kongre bi silavkirina berxwedan û xwerêveberiyên li Cizîr, Sûr û Farqînê, bi dawî bû.