Di Konferansê de nexşeya rê ya aştiyê tê amadekirin
Di Konferansê de nexşeya rê ya aştiyê tê amadekirin
Di Konferansê de nexşeya rê ya aştiyê tê amadekirin
Konferansa Aştî û Demokrasiyê bi atolyeyan berdewam dike. Komîsyonên ku ji bo atolyeyan hatin avakirin ji bo aştiyek mayinde û hiqûqekê, rû bi rûhatina ji dil a li hemberî rastiyê, lêgerîn û lêkolina heqîqetê yek bi yek komîsyon bên avakirin û dest bi xebatan bikin.
Konferansa Aştî û Demokrasiyê di roja 2'emîn de niqaşên xweyên ji bo aştiyek mayinde berdewam dikin. Konferansa ku Hevseroên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk jî îro beşdar bûn, nêzî 500 rewşenbir, nûnerên saziyên jinan, hunermend û akademisyen amade bûn. Di konferansê de encamên atolyeyên "Edalet, Rû bi rûbûn û Heqîqet", "Hiqûq, Paqijiya rê û Makeqanûna nû" "Civakîbûna Aştiyê û Têkoşîna Demokratîk" hatin parvekirin.
Encama atolyeya "Di pêvajoya muzakereyan de civakîbûna aştiyê û têkoşîna demokratîk" ji aliyê Siyasetmedar Ender Îmrek ve hat parvekirin. Îmrek, encama niqaşan bi beşdarên konferansê re parve kir û wiha got: "Pişti şerbûnê derbasbûna pêvajoya aştiyê girîng in. Êdî siyaseta înkarê îflas kiriye. Ev pêvajo ji bo hemû kesan girîng e. Îmrek, anî ziman ku gavên tên avêtin ji aliyê her kesî ve erênî tên dîtin û bi piraniya civakê aştiyê dixwazin"
Îmrek, da zanîn ku di pêvajoya muzakereyan de lazim e hin komîsyon bên avakirin û wiha got: "Di encama niqaşan de biryara avakirina komîsyonên aştiyek mayinde, hiqûq, rû bi rûhatina ji dil a li hemberî rastiyê, lêgerîn û lêkolina heqîqetê bên avakirin hat stendin. Îmrek, da zanînku di pêvajoya aştiyê de divê her tişt aşkere û zelal bê meşandin. Divê li aliyekî dewlet û li aliyê din ê masê kurd hebin nerast e. Divê hemû kesên bindest û mafê wan tê binpêkirin tev li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Divê ji bo hemû reng, bawerî, ziman, nasname, netew, ol û gelan ên li Tirkiyeyê aştiyek mayinde pêş bikeve. Ji bo ev xebat bê meşandin divê komîsyona rêvebirinê bê avakirin. Divê her di nava komîsyonekê de 9 kes cih bigirin.
'DIVÊ RÛ BI RÛBÛNEK JI DIL Û RAST BE'
Li ser navê Komîsyona Edalet, Heqîyet û Rû bi rûbinê jî Erdogan Aydin axivî û wiha got: "Bi salan e dewlet cudakariyê dike. Dewlet asimile dike. Ji serdema Osamî heta niha kurd di bin zext û zordariya dewletê de man. Xwestin bi polîtîkayên tunekirin û bişaftinê kurdan bikin tirk. Xwestin elewiyan bikin sunnî. Xwestin ermenî, suryanî û keldaniyan di komkujiyê re derbas bikin. Divê dewlet li hemberî hemû pekanînên xwe ji dil lêborîna xwe bixwaze û bi van rastiyên xwe rû bi rû bê û şaşiyan rast bike. Ger ku aştiyek mayinde û adîl tê xwestin wê demê Divê bi rastiya xwe re rû bi rû bimîne."
Aydin, da zanîn ku pir girîng e ku pêvajoya aştiyê di nava ewlehiyê û baweriyê de pêş bikeve û ji bo vê yekê jî xwest teqez komîsyona heqîqetê bê avakirin. Aydin, destnîşan kir ku ji bo hafiza û dîrok tev bi her alî bê dîtin û rastî bê nirxandin lazime ku teqez Komîsyona Heqîqetê bê avakirin. Aydin, xwest meclis bi awayekî fermî ji bo rastî bên lêkolînkirin komîsyona Heqîqetê ava bikin û hemû rûpelên ku di dîroka Tirkiyeyê de cihekî reş girtiye tev bên haqijkirin. Aydin, xwest aliyê rast ên komkujiya ermeniyan, komkujiya rûmên Pontusê û komkujiya Dêrsimê bên dîtin. Aydin xwest komkujiya Roboskî û Aydinê jî bê ronîkirin û hesap bê pirsîn.
Endama Komîsyona Makeqanûna nû, hiqûqa aştiyê Filiz Kerestecîoglu jî li ser bingehê xebatên komîsyonê rawestiya û wiha berdewam kir: "Divê demokratîkbûna piranî li hemû sazî û dezgehan pêş bikeve. Divê hemû bibin xwedî peyvir. Divê teqez berî her tiştî astengiyên li pêş demokratîkbûnê bên rakirin. Divê bi lezgîn zagon bên guhertin û bi hezaran girtiyên siyasî serbest bên berdan. Divê azadiya raman û îfadeyê pêş bikeve. Divê makeqanûna demnokratîk neyê redkirin û bê parastin."
Konferans bi niqaş û axaftinan dewam dike.