Di konferansa azadiya çapemeniyê de Tirkiye hişk hate rexnekirin

Di konferansa azadiya çapemeniyê de Tirkiye hişk hate rexnekirin

Teşkîlata Hevkarî û Ewlekariya Ewropa (OSCE) li Stockholmê malovanî ji konferansekî têkiliya azadiya çapemeniyê û zelaliyê di navbera aştî û îstikrarê de, tevkariya ku azadiya çapemeniyê dide aştiyê, her wiha nîqaş li ser gefên li ser rojnamevantiya azad û serbixwe hatin kirin.

Nûnerê Azadiya Medya ya OSCE Dunja Mijatovîç, Serokê berê yê Federasyona Rojnamevanên Ewropa (EJF) Arne Konig, Serokê Rojnamegerên Sinor Nenas Jonathan Lundkqvist ê Swêdê, ji Rêveberiya Rojnamegerên Sinor Nenas ê Fransayê Gregoire Pouget, Rojnamegerê Serbest ê 15 mehan li girtîgeha Etiyopyayê  ma Martin Schibbye û Nivîskar û Ombudsmanê Çapemeniyê ê berê Yrsa Stenius weke axivtvan beşdarî konferansa binavê “Azadiya çapemeniyê û zelalî-rêbaza diçe aştiyê” bûn.

Di rûniştina destpêkê ya sibehê de Arne Konig anî ziman ku, 9 sale erkê serokatiya EJF’ê dike û weke rojnamegerekî li Ewropa û cîhanê li dijî azadiya fikir û çapemeniyê pêktû zêdebûn. Anî ziman ku ne tenê li welatên dîktator li welatên demokrat jî zextên li ser rojnameger û çapemeniyê zêdebûne.

Konig da diyarkirin ku, li Ewropayê jî oto-sansûr belavbûye û hinek rojnameger ji bo karê xwe winda nekin cesaret nakin rastiyan bêjin. Konig balkişande ser ku, ji bo azadiya çapemeniya Ewropayê xeteriya herî mezin oto-sansûre.

LI TIRKIYEYÊ REWŞ HER ROJA KU DIÇE XIRABTIR DIBE

Konig destnîşan kir ku, di nava welatên Ewropayê de welatê ku herî zêde binpêkirinên azadiya fikir û çapemeniyê lê rû didin Tirkiyeye û got: “Li Tirkiyeyê her roja ku diçe rewş xirabtir dibe. Tirkiye welatê ku di cîhanê de herî zêde rojnameger xistî girtîgehê ye. Rojnameger bêy ku delîl hebin, li ser sûcdariyên bêbingeh, cezayên giran lê dibirin. Di rojên borî de ji bo 4 rojnamegeran bigiştî 3 hezar cezayê girtîgehê lêbirîn.”

Hate diyarkirin ku, piştî rojnameger ji aliyê siyasetmedaran ve têne hedef girtin, ji aliyê patronên çapemeniyê ve têne derxistin, her wiha anî ziman ku, sendîka û rêxistinên  azadiya fikir û çapemeniyê ya desthilatdariya AKP’ê rexne dikin, bihelwestekî êrîşkar nêz dibe.

Konig da zanîn ku, dema serokê niha yê EJF’ê Mogen Blicher-Bjerregard rojên borî mijar anî rojeva Brukselê rastî êrîşa gotinî ya wezîrekî AKP’ê hat û bilêv kir ku, tiştekî zelal xuya nake ku Tirkiye pêşiya binpêkirinên azadiya fikir û çapemeniyê bigire.

JI BO ROJNAMEGER BÊNE BERDAN DIVÊ SWÊD ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE

rojnameger Martin Schibbye ku li Etiyopyayê ji aliyê leşkeran ve hate gulebarankirin û 15 mehan girtî ma, da diyarkirin ku bi dehan rojnamegerên rejimê rexne dikin li girtîgehanin û êrîşên li welatê Efrîqayê ên li dijî rojnamegeran mînak da û got, li welatê Tirkiyeyê ku xwe weke welatek demokrat dibîne û dixwaze bibe endamê Yeketiya Ewropayê jî heman rewş didome.

Schibbye da diyarkirin ku, welatê ku di cîhanê de herî zêde rojnameger lê girtî Tirkiyeye û got, ji bo serbest berdana rojnamegeran pêwîste hikumeta Swêdê zextan li Tirkiyeyê bike.

JI EFRÎQAYÊ AGAHIYÊN NEBAŞ, JI AMERÎKA LATÎN ÊN BAŞ

Nûnerê Azadiya Medya OSCE Dunje Mijatovîç jî da diyarkirin ku, di van demên dawî de di aliyê azadiya çapemeniyê de li welatên Efrîqayê agahiyên nebaş tên û ji welatên Amerîka Latîn agahiyên baş tên. Da diyarkirin ku li welatên Efrîqayê pêkutiya li ser rojnamgeran zêde dibe, li welatên Amerîka Latîn sinorên azadiya fikir û çapemeniyê berfireh dibin.

RÊVEBERÊN DEWELETAN DÎWAREKÎ ELEKTRONÎK AVAKIRINE Û DIXWAZIN DENGÊN CÛDA BÊDENG BIKIN

Li şûna ku rêveberên dewletan ji bûyerên heyî keyfxweş bibin, di navbera mirov, rojnameger û xwendevanan de dîwarekî elektronîk ava dikin û hewil didin dengên cûda bêdeng bikin.

ROJNAMEGERÎ BÛYE ÊDÎ BÛYE PÎŞEYEKÎ XETER

“Ez neçarim rastiyan bêjim. Dema ku li welatekî rojnamegerek tê girtin, bi rêveberê wî welatî re dikevim têkiliyê û daxwaza serbest berdanê dikim. Ji hemûyan heman bersivê digirim. Ne ku rojnamegere hatiye girtin, ji ber ku terorîste, hinek caran jî bazirganiya madeyê hişber kiriye yan jî sûcek din kiriye hatiye girtin û dibêjin, çi pirsgirêkên me bi rojnamegeran re tuneye. Em ji gotinên wan bawer nakin. Ji bo me ewlekariya rojnamegeran girînge. Li kudera cîhanê be bila li wir be, di nava ewlekariyê de jiyankirin û xebata rojnamegerekî peywira me ye. Lê mixabin di roja me ya niha de rojnamegerî bûye pîşeyekî xeter. Dewlet rojnamegeran naparêze.”

Mijatovîç da diyarkirin ku, li Tirkiyeyê 64 rojnameger girtîne, dema ku rewşê ji hikumetê dipirsîn bersiva; ew ji ber sûcê terorê hatine girtin û got: “Eger di civakê de piranî azadiya fikir nezanin, bikaranîna qanûnên têkoşîna li dijî terorê a li hemberî rojnamegeran normal dibînin. Ên ku rojnamegeran weke terrorist îlan dikin,nikarin me bixapînin. Medya ji bo hilbijartin û demokrasiyê erkekî pir girîng pêktîne. Ji bo azadiya fikir pêkbê pêwîste em bizanin ku li pêşiya me rêyek pir dirêj heye.”

GIRTINA ROJNAMEGERAN PROTESTOKIRIN MA JI PROTESTOKIRINA MIRINA WAN ZORTIRE?

Martin Schibbye mafê axaftinê girt û anî ziman ku, “dema ku rojnamegerek tê kuştin, hema bêje hemû nûnerên dewletê vê protesto dikin. Lê belê vê ji bo rojnamegerên girtî ên li Tirkiyeyê nakin” û piştre pirsa “Girtina rojnamegeran protestokirin ma ji protestokirina mirina wan zortire?”

Mijatovîç destnîşan kir ku, pêwîste welatên weke Swêdê girtina rojnamegeran protesto bike û li benda mirinên wan nemîne. Mijatovîç anî ziman ku, bigiştî li pişt mirina rojnamegeran dewlet heye.

JI BO SERBEST BERDANA ROJNAMEGERAN ERKEK MEZIN DIKEVE SER MILÊ REWŞENBÎR Û RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL

Mijatovîç anî ziman ku, welatên weke Swêdê ku rastî rewşên wiha tê, pêwîste rastiyê ji rêveberên dewletan re bêje û got, li welatên ku lê rojnameger girtî erkek mezin dikeve ser milê rewşenbîr û rêxistinên civaka sivîl. Pêwîste di rojevê de bihêlin.

Mijatovîç da diyarkirin ku, li rexmî ew mirovekî başbîne jî lê rewşa niha ya rojnamegeran baş nabîne, li gelek welatan azadiya fikir û çapemeniyê di bin gefan de ye. Berpirsyartiyek wan ya qezenckirina îtîbara berê ya rojnamegeriyê heye. Mijatovîç got, ew dê têkildarî vê mijarê di 28’ê Mijdarê de raporekê ji rayagiştî re aşkera bikin.