Di kolandina gorê de 4 cesedên bi cil û berg hat dîtin

Di kolandina gorê de 4 cesedên bi cil û berg hat dîtin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê  ciwanê 16 salî yê bi navê Îbrahîm Aslan ku di çemê Dîcle de fetisî, ji bo li Goristana Asrî bê definkirin gor hat kolan. Di dema kolana gorê de cesedekî bi cil û berg hatibû definkirin hat dîtin.

Dema ceset ji gorê hat derxistin, gorek din hat kolan lê di wir de jî 3 cenezayên cuda yên bi cil û berg hatin dîtin.

Li ser bûyerê Baroya Şirnexê û Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê der barê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin. Li goristanê xebat didomin.