Di hevdîtinê de bi jopan êrîşî xizmên girtiyan hate kirin

Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê, gardiyahan bi jopan êrîşî ximên girtiyên ku li salonê hevdîtinê pêk danîn, kirin.

Gardiyanan êrîşî malbatên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê ne ku bi boneya Cejna Qûrbanê hatibûn hevdîtinê, kirin. Malbatan anî ziman ku hê saeta hevdîtinê mabû, ji aliyê gardiyana ve bi zorê û jopan ji salonê hatine derxistin.

Malbatên girtiyên ku ji Amedê çûn Gîresûnê, diyar kirin ku gardiyanan bi jopan ew derb kirine û bi zorê ji salona hevdîtinê derxistine. Ximên girtiyan destnîşan kirin ku piştî malbat bi zorê ji salonê derxistin, gardiyan û leşker ber bi qawîşên girtiyan ve çûne. Mabatan diyar kirin ku ji jiyana ximên xwe bi fikar in.