Di êrîşên li Iraqê de 55 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên li Iraqê de 55 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên li Iraqê de 55 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Iraqê di encama êrîşên bombeyî de 55 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li taxên Bexdayê yên şêniyên wê bi giranî Şîa ne, di encama 8 êrîşên bombeyî de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, 90 kes jî birîndar bûn.
Êrîşa herî giran li taxa Şaab a li bakurê bajêr rû da. Du wesayîtên bombebarkirî li qadeke bazirganiyê hat teqandin û herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 17 kes jî birîndar bûn. Êrîşên din jî li taxên Baya, Baladiyat, Maştal, Hurriya û Dora û banliyoya Bexdayê Saba el Bûr rû da.
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Mûsilê jî wesayîteke bombebarkirî li nêzî yek ji nuqteyên kontrolê teqiya. Di encama teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest da, 8 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku li Muktadiya jî çekdarekî 2 Şîa bi çekê qetil kir.
Dîsa li Mûsilê, dema ku leşkerên Iraqê ji bo heqdestên xwe bistînin di rêzê debûn, wesayîta bombebarkirî teqiya û di encamê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.