Di êrîşên bombeyî yên li Mûsilê de 23 kes mirin
Di êrîşên bombeyî yên li Mûsilê de 23 kes mirin
Di êrîşên bombeyî yên li Mûsilê de 23 kes mirin
Di encama êrîşên bombeyî ya li bajarê Iraq Mûsilê de, li gorî agahiyên destpêkê 18 jê wezîfedarên ewlekariyê 23 kesan jiyana xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku rayadarekî PDK’ê ji rojnameya Rûdawê re ragihand, di şeva 24’ê Cotmahê de di encama êrişên xwekûjî yên hemwext ên li deverên cuda yên Mûsilê de 13 leşkerên artêşa Iraqê û 5 çalakvanan mirine.
Heman rayedarî diyar kir ku li herêmên din ên Mûsilê sê maşînên bi bombeyan barkirî hatine teqandin û 3 leşker mirine, 7 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya rayadarekî li herêma Nînova erkdar de li taxa li rojavayê Mûsilê Nablûs, êrîşa ku li hemberî cihê polîsan pêk hatî de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dane. Di heman êrîşê de 3 polîs û 5 kesên din jî birîndar bûne.