Di êrîşa li Swîsreyê de 5 kes birîndar bûn

Li Swîsreyê ji aliyê kesekî ku nasnameya wî nehat diyarkirin êrîşek pêk hat. Di êrîşê de 2 jê bi giranî, 5 kes birîndar bûn.

Kesekî ku nasnameya wî nehat diyarkirin, li bajarê Schaffaûsenê ya Swîsreyê bi bireka elektrîkê êrîş kir. Di êrîşê de 2 jê bi giranî 5 kes birîndar bûn. Polîsan ji bo girtina êrîşkar li herêmê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.

Polîsên Swîsreyê xwe spartin şahidên bûyerê û îfadeyên birîndaran û ragihandin ku bûyer ne êrîşeke terorî ye.

Ji bo girtina êrîşkar operasyona li bajêr didome û polîs bi helîkopterê li ser herêma bûyerê digerin.