Di êrîşa li ser saziyên ziman de 2 kesên din jî hatin binçavkirin

Li Amedê di êrîşa li ser saziyên ziman de Mehmet Selîm Temel ê li ANKA’yê mamostatiyî dike û endamê Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz jî hatin binçavkirin.

Polîsên Tirk 24’ê Îlonê li Amedê bi ser Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Pirtûkxaneya Payîz, Kooperatîfa Perwerdeya Huner û Ziman a Anka de û gelek malan de girtin. Di serdegirtinê de gelek kes hatin girtin. Xwediyê Pirtûkxaneya Payîz Cîhat Guney ku hatibû girtin, piştî îfadeya xwe ya li dozgeriyê hate berdan.

Di satên êvarê de jî Mehmet Selîm Temel ê li ANKA’yê mamostatiyî dike û endamê Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz hatin binçavkirin.

Navên kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatine binçavkirin wiha ne: “Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Ramazan Holat, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Bêrîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun, Hebûn Yagmûr, Mîne Karakaş, Ahmet Boltan, Rabîa Karayil, Îpek Oyur, Fatma Îgîn, Mûstafa Açmaz, Hasan Gurpinar, Şîlan Elmas Kan, Şehrîban Ayluçtarhan, Niştiman Gul û Cîhat Çagrici, Yaşar Aslan, Jiyan Yagmûr, Hasan Îkvan, Mehmet Selîm Temel û Rojda Yildiz.”