Di êrîşa faşîstan a li Bernê de 1 jê giran 4 kes birîndar bûn
Li Bernê, rêxistinbûyîna AKP'ê ya li Ewropayê UETD bi armanca provokasyonê, mîtînga 'li dijî terorê' lidar xist. Kurdan û dostên wan jî li dijî vê provokasyonê çalakiya şermezarkirinê pêk anîn. Ji ber êrîşa faşîstan 1 jê giran 4 kes birîndar bûn.
ANF
BERN
yekşem, 13 rezberê 2015, 05:58
Li Swîsre Bernê, rêxistinbûyîna AKP'ê ya li Ewropayê UETD bi armanca provokasyonê, mîtînga 'li dijî terorê' lidar xist. Kurdan û dostên wan jî li dijî vê provokasyonê çalakiya şermezarkirinê pêk anîn. Di dema rûdana bûyeran de, polîsan bi gazê û fîşekên plastîk êrîşî Kurdan kirin. Di dema êrîşê de de faşîstan bi wesayîtê ajotin ser ciwanên Kurd. Di êrîşê de 1 jê giran 4 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, ciwanên Kurd ê ji serê xwe bi giranî birîndar bû, di servîsa lezgîn de tê ragirtin. Hat ragihandin ku rewşa sê birîndarên din baş e. Tevî vê êrîşê jî polîsên Swîsreyê bi fîşekên plastîk û gaza îsotê êrîşî gelê Kurd kirin.