Di encama topbarana rêjîmê 4 kes birîndar bûn
Di encama topbarana rêjîmê 4 kes birîndar bûn
Di encama topbarana rêjîmê 4 kes birîndar bûn
Di encama topbarana rêjîma Baas a li dijî bajaroka Til Hasil a Helebê de 4 welatî birîndar bûn.
Di topbarana rêjîma Baas a li dijî Bajaroka Til Hasil a girêdayî Helebê ku piraniya şêniyên wê kurdin de, welatiyên bi navê Mihemed Îbrehîm, Besma Ebdî Elî Bekir, Edhem Cindî Bekrî Kalo û Xalya Cindî Bekrî Kalo birîndar bûn. Birîndar rakirina nexweşxaneya Til Eran. Ji rewşa birîndaran hate hînbûn ku rewşa Mihemed Îberhîm xetre.
Li aliyê din 2 top li bajaroka Til Eran a girêdayî Helebê ku piraniya şêniyên wê kurdin 2 top ketin û di encamê de ziyana madî derket.