Di Emniyeta Stenbolê de 25 guhertin

Di Emniyeta Stenbolê de 25 guhertin

Piştî lêpirsînên bertîl û nelirêtiyê, operasyonên hikûmeta AKP’ê yên burokrasiyê didomin. Duh êvarî di operasyonên li hemberî Emniyeta Stenbolê de cihê 25 mudurên emniyetê yên şax û navçeyan hatin guhertin.

Di çarçoveya peywira nû de, mudurê navçeya Fatîhê Ertan Erçikti kişandin navendê. Ertan Erçikti berî 4 rojan Mudurê Şaxê Asayîşê bû, ji aliyê Mudurê berê yê Stenbolê Huseyîn Çapkin ve li Muduriyeta Navçeya Fatîhê hatibû wezîfedarkirin. Mudurê Şaxê Narkotîkê Ozcan Bulduk jî şandin Muduriyeta Navçeya Fatîhê.

Mudurê Şaxê Cezayên Sîberê Metîn Titiz jî di nava navên kesên ji peywirê hatine girtin de cih digire. Wekî din Mudurê Şaxê Personelê Emîn Yimez û Mudurê Hêzên Çevîk Mihemed Fatih Sariyildiz di nava yên cihê wan hatin guhetin de cih girtin.