Di doza Yildirim de şerma rikiha camî

Danişîna pêşî ya siyasetmedarê Kurd Hidir Yildirim ku Elmanyayê ew rehîn girtiye, di nav rikiha camî ya ku gule tê de naçin dest pê kir. Parêzerên Yildirim li dijî vê kirinê rabû û got, "mafê parastinê tê astengkirin."

Doza siyasetmedarê Kurd Hidir Yildirim (48) ku ev 6 meh in li Elmanya girtî ye, li Berlînê dest pê kir. Di danişîna peşî de tişta ku herî pir bal kişandî rikiha camî bû ku weke kêmkirinê li bara siyasetmedarê Kurd hatibû kirin.

Dewleta Elman ku Tirkiyê rexne dike û dibêje ber bi dîktatoriya yek zilamî ve diçe, di doza Yildirim de nîşan da ku li dijî Kurdên ku li dijî faşîzmê û dîktatoriyê têkoşîna azadiyê didin wê polîtîkaya xwe ya krîmînalîzasyonê bidomînin.

Parêzerên Yildirim jî gotin Tirkiye ji dewleta hiqûqê derketiye, têkoşîna li dijî wê jî ne 'terorîzm' e.

Yildirim ku 16’ê Sibata 2016’an li Frankfûrtê hate girtin, weke siyasetmedarên din ên Kurd ji xala 129 b ya Yasaya Antî Terorê ya Elman tê darizandin, ku 129 b 'endamtiya rêxistineke terorê ya biyanî' vedihewîne.

Di îdîanameyê de ji bo Yildirim tê gotin rêveberê deverî ya Eyaleta Sachsen-Annhalt û berpirsê payebilind ê herêma Bakur e. Hatiye gotin ji bo çalakiyan bang kiriye, alîkarî daye hev, bi aktîvîstên din re hev dîtine.

XISTIN RIKIHA CAMÎ

Li Danişînê piştî tespîta nasnameyê îdîaname hate xwendin. Yildirim di danişîne de 'bi gumana revê' xistin nav cama ku gule tê re naçin. Siyasetmedarê Kurd Alî Hidir Dogan jî ku li Berlînê dihate darizandin û 2 sal û 4 meh ceza xwarî jî bi kirineke wiha re hevrû bûbû.

Di danişîna Yildirim de weke di danişîna Dogan de 'tevdîrên' pirolokerî nîşan dide ku ev polîtîkayeke krîmînalîzekirina siyasetmedarên Kurdan e.

Parêzeran ji bo vê kirina ku mirov kêm dike û krîmînalîze dike gotin, ‘mafê parastinê tê astengkirin’ û helwest nîşan dan. Parêzeran diyar kirin rikiha camî parastinê asteng dikin û daxwazname dan.

DIŞIBIN ÊN TIRKIYÊ

Parêzerên Yildirim gotin rayeya şopandina aktîvîstên Kurd ji hêla Wezareta Dadmendiyê ve dane teşkîlata polîsan û ev girêdayî rewşa polîtîk a rojane ye. Ji Tirkiyê mînak dan û gotin, bi vî rengî mirov bi bi parastinên wiha têne mexsûrkirin. Parêzeran her wiha bal kişandin ser hevşibîna polîtîkayên Tirk û hikûmeta Elman a zext û krîmînalîzekirinê.

TI DELÎL NÎN IN

Parêzeran diyar kirin ti rewşeke ku Yildirim bişopînin nîn e, ti bingehên îdîayan nîn e û derbarê îdîayên navborî ti delîl jî nîn in. Her wiha diyar kirin ku ne sûc e mirov tevlî bernameyên saziyên Kurd bibe ku di li gorî destûra Elmanya kar û xebatên xwe dikin.

LÊPIRSÎN Û DOZ KÊM E

Di parastinê de komkujî û binpêkirinên rejîma AKP’ê ya ku ji 200’an ve kirine jî bi raporî hatin parvekirin. Parêzeran diyar kir herî pir Kurd ji polîtîkayên AKP’ê mexdûr dibin, ji bo ku doza Kurd bi rengekî aştîyane û demokratîk çareser bibe Ocalan û Tevgera Kurd gelek caran gav avêtine, herî dawî jî AKP û Erdogan maseya çareseriya qelibandine û siûda aştiyê ji holê rakirine.

LI TIRKIYÊ DÎKTATORÎ HEYE

Parêzeran diyar kirin li Tirkiyê rejîmeke dîktatorî heye, li dijî vê jî têkoşîna rewa ye, ev nikare bi rengê ‘terorîzm’ê were naskirin. Ji bo çalakgeran di nav tevgerên wiha de ne hewce ye ku Elmanya bişopîne, lê bipirse û dozê veke.

LI BER DADGEHÊ DE ÇALAKÎ

Danişîna Hidir Yildirim taloqî 7’ê Îlonê bû.

Li ber dadgehê komek ciwan çalakkiye kir. Ciwanan, afîşên bi nivîsa , ‘’Stoppt dîe Krîmînalîsîerûng der PKK (‘’ji krîmînalîzekirina PKK’ê re na’’)’ daliqandin.

Ciwanan li dijî krîmînalîzekirina Tevgera Azadiya Kurd helwest nîşan dan, tevlî danişînê bûn.

16’ê Sibatê li Frankfûrtê bi ser mala Yildirim de girtibûn, ew biribûn Berlînê. Beriya niha jî bi ser mala Yildirim de girtibûn û gotibû li ser wî ti doz nîn in.

YENÎ OZGUR POLÎTÎKA