Di doza rojnamegeran de biryar hate stendin

Ji ber nûçeya li ser cenazeyê endamê MÎT’ê doz li rojnamegeran hatibû vekirin. Di rûniştina dozê de dadgehê biryara xwe eşkere kir.

Der barê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Oda TV'yê Bariş Pehlîvan, nûçegihana Oda TV'yê Hulya Kilinç, nivîskarê Yenîçagê Mûrat Agirel, Midûrê Nûçeyan ê Oda TV'yê Bariş Terkoglû û rêvebirên Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk û Aydin Keser de ji ber nûçeyên der barê merasîma cenazeyên MÎT'ê yên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabûn de doz hatibû vekirin. Îro danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 34'an a Stenbolê hat lidarxistin. Dadgehê di danişîna dudoyan de biryara xwe eşkere kir.

Heyeta dadgehê piştî parastinan rojnamevanan navber da danişînê. Piştî navbirê biryara xwe eşkere kir.

Dadgehê bi sûcê "eşkerekirina agahî û belgeyên fealiyetên îstixbaratî" 4 sal û 8 meh ceza li Aydin Keser, Ferhat Çelîk ve Mûrat Agirel birî.

Dadgehê bi sûcê "eşkerekirina agahî û belgeyên fealiyetên îstixbaratî" 3 sal û 9 meh ceza li Bari Pehlîvan û Hulya Kilinçê birî.

Dadgehê rojnamevan Bariş Pehlîvan, Mûrat Agirel û Hulya Kilinç berda.

Her Mûrat Agriel, Aydin Keser, Ferhan Çelîk, Hulya Kilinç, Bariş Terkoglû, Bariş Pehlîvan û Eren Ekîncî ku bi sûcê "aşkerekirina agahiyên der barê ewlehiya dewletê yê diviya veşarî bimana de" jî dihatin darizandin, ji sûcê navbirî beraat kirin.

Bariş Terkoglû û Eren Ekîncî ku bi sûcê "eşkerekirin nasnameya endamên MÎT'ê û malbata wan, eşkerekirina meqam, peywir û fealiyetên wan" dihati darizandin, ji sûcê navbirî beraat kirin.

Kontrola edlî ya der barê Aydin Keser, Ferhat Çelîk ve Mûrat Agirel de hat rakirin.

Her wiha dosyeya Erk Acarer ku di çarçoveya heman dosyeyê de dihat darizandin, li ser hejmareke din hat tomarkirin û ji dosyeya heyî hat veqetandin.