Di doza 'KCK'ê' ya Aydinê de hemû kes serbest hatin berdan
Di doza 'KCK'ê' ya Aydinê de hemû kes serbest hatin berdan
Di doza 'KCK'ê' ya Aydinê de hemû kes serbest hatin berdan
Di rûniştina doza "KCK'ê" ya Aydinê de 8 kesên girtî hemû serbest hatin berdan.
Li bajaroka Ortaklar a Aydinê di mijdara sala 2011'an de operasyona bi navê "KCK'ê" pêk hatibû. Piştî operasyonê derbarê 20 kesan doz hatibû vekirin. Rûnşitina dozê ya jê 8 kes girtî li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê pêkhat. Di rûniştinê de kesên girtî tên darizandin, kesên din, parêzer, malbata û rêveberên BDP'ê tevlî rûniştinê bûn. Piştî tesbîta nasnameyan parastinan dest pê kir.
Dadgehê daxwaza parastina kurdî nirxand û anîna werger qebûl kir. Girtiyan bi riya werger parastin kir û îdia qebûl nekirin. Parêzeran jî îdîayên derbarê muwekîlên xwe de qebûl nekirin û daxwaza tahliyeya girtiyan kir.
Heyeta dadgehê ji dema girtinê ya kesên girtî li ber çavan girt û biryara serbest berdana Cengîz Îvdîl, Battal Battaloglu, Murat Selvî, Şerîfe Başkurt, Halîme Demîr, Mustafa Yalçin, Elvan Ozişik, Mustafa Ozyîgît da û rûniştin taloqî 17'ê îlonê kir.