Di doza kal-nevî de Tirkiye mehkûm bû

Di doza kal-nevî de Tirkiye mehkûm bû

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), di doza Bahrî Bûdak û neviyê wî Metîn Bûdak ên li gundê Yalimli yê navçeya Amed Liceyê, di sala 1994'an de piştî ku çûn ser zeviyê xwe lê piştre agahî ji wan nehat stendin û piştî 11 salan hestiyên wan hatin dîtin, Tirkiye bi dayîna 30 hezar Euro tazmînata manewî mehkûm kir.

Piştî ku gundê Yalimli yê Liceyê di sala 1993'an de bi hinceta ewlekariyê ji aliyê leşkeran ve hat valakirin, Bahrî Bûdak ê 60 salî bi malbata xwe re neçar ma koçî Farqînê bike. Bûdak di 29'ê Gulana 1994'an de bi neviyê xwe yê 14 salî Metîn Bûdak re, ji bo biçe zeviyê xwe yê li gundê hatiye valakirin, ji Farqînê çû gundê Yalimli lê piştre agahî ji wan nehatibû girtin. Malbata Bûdak, di sala 2005'an de li gundê xwe vegeriya û dema erdê xwe cot dikir, hestî eşyayên Bahrî û neviyê wî Metîn Bûdak dîtibû û di encama lêkolîna Saziya Tipa Edlî de derketibû holê ku hestî yên kal-nevî ye. Ji ber ku di lêpirsînê de ti encam derneket û dosya ket ber pîvana dembihurînê, doz çû ber destê DMME.

DMME TIRKIYE MEHKÛM KIR

Li gorî biryara ku îro ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hat aşkerakirin, di doza Bahrî û Metîn Bûdak de, ji ber sûcên "mafê jiyanê binpê kiriye, lêpirsîneke bi bandor nemeşandiye û rêyeke bi bandor a hiqûqa navneteweyî nîne" Tirkiye mehkûm kir, ku 30 hezar Euro tazmînata manewî bide malbatê. Malbatê her wiha Tirkyie mehkûm kir ku 5 hezar Euro jî heqê parêzeriyê bide.

Parêzera malbatê Reyhan Yalçindag da xuyakirin, ku balkêş e di biryara dadgehê de hatiye destnîşankirin fîşeka di kuştina kal-nevî de hatiye dîtin ji aliyê MKE ve hatiye çêkirin û ji ber bi tenê ev fîşek ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê bikaranîn, hikûmet ji vê berpirsyar e.