Di doza Gungorenê de êrîşî parêzeran kirin

Di doza Gungorenê de êrîşî parêzeran kirin

Malbatên ku xizmên xwe di teqîna Gungorenê de winda kirîn êrîşî parêzeran kirin. Di êrîşê de difna parêzer Bahrî Belen şikest. Polîsan jî pêşiya êrîşkeran negirt.

Navçeya Gungoren ya Stenbolê di sala 2008’an de teqînekê rûdabû û di encama teqînê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Doza ku di derbarê bûyerê de hatîbû vekirin îro li 12’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê pêkhat.

Di doza ku 10 kes dihatin darezandin de,  di derbarê du kesan de 17 caran cezayê muebetê û hezar-800 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Di derbarê 7 kesên din de jî ji “endamtiya rêxistinê, bê rûhsat girtina çekê” xwest bên cezakirin û kesek jî bê berdan.

Di dema ku dadgehê ji bo biryarê navber da rûniştinê, malbatan êrîşî parêzeran kir. Di dema êrîşan de difna parêzer Bahrî Belen şikest. Belen birin dixtorê di edliyeyê de.

Hate dîtin ku, di dema êrîşan de polîsan mudaxele nekir.

Dadgeha ku piştî navberê biryar aşkera nekir, Cîhad Aydin, Ebdurehman Oral û Ziya Kiraç tehliye kirin. Dadgehê biryara domandina girtina 3 kesan da û rûniştin taloqî 31’ê Cotmehê hate kirin.