Doza têkildarî êrîşa li dijî Parlementerê BDP'ê yê berê Akin Bîrdal bi encambû. Dadgehê îmza avête bin biryarekî sosret û ji kesê êrîş pêk anî re 2 sal û 6 meh ceza da, lê ji kesên êrîşkar ji lîncê xilas kirin re jî 3 sal cezayên girtîgehê hatin dayîn. Dadgehê li gel vê yekê biryara 13 kes lêçûnên parêzerê êrîşkar jî bidin da.
Di 12'ê îlona 2010'an de li Bûrsayê kesê bi navê Bîlgehan Şîmşek di mitîngê de êrîşî Parlementerê BDP'ê yê berê Akin Bîrdal kiribû û doza têkildarî bûyerê bi encambû. Di rûniştina li 5'emîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Bûrsayê de êrîşkar Şîmşek û parêzerê wî û 13 rêveber û endamên BDP'ê yên Şîmşek ji lîncê xilaskirin û disa jî di derbarê wan de doz hate vekirin, amadebûn. Parêzerê Şîmşek di parastina xwe de diyar kir ku, muwekîlê wî ji ber xemgîniyê êrîş pêk anî û daxwaza beraeta wî kir. Parêzerê 13 welatiyan jî diyar kir ku ew parastina xwe ya berê dubara dike û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kir.
CEZA DAN ZAROKÊ ASTENGDAR RE JÎ
Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê ji êrîşkar Şîmşek re ji ber êrîşÎ Akin Bîrdal kir 4 meh cezayê girtîgehê û ji ber Bîrdal peywirdariya cemaweriyê dikir jî nîvî zêde kir û kirin 6 meh. Dadgehê ji Şîmşek re bi sûcdariya "di nav gel de tirs û panîk afirand û gef pêk anî" 2 sal cezayê girtîgehê da. Dadgehê bi şertê serberstiya bi kontrol taloq kir. Heyeta dadgehê ji Endama Meclîsa BDP'ê Ayla Yildirim, Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Bûrsayê Abdulazîzî Amak, endamên BDP'ê Salahattîn Akyuz, Nîzamettîn Aydogan, Serhat Aydogan, Aynan Işik, Neşe Yildirak, Muslum Dundar, Ulaş Dogan û kesên tevlî mîtîngê bûn Tayfun Camkiran, Teoman Kan Kiliç, Rêveberê SODAP'ê Nadîr Kirlilar û zarokê rapora wî ya astengdariyê heyî O.O. heye yên Şîmşek jî lîncê xilaskirin, bî îdîaya êrîşî Şîmşek kirne ji her yekî re 3 sal cezayê girtîgehê da. Lê ji ber ku sûc ji ber di bin taxrîka giran de pêk hat nîvî daxist û kirin salek û 6 meh. Dadgehê biryara lêçûnên parêzerê Şîmşek ên hezar û 200 TL. di navbera 13 kesan de belav kir û ew bidin da. Dadgehê ji 13 kesan re jî cezayê dayî bi serbestiya kontrolê taloq kir.
Endama Meclîsa BDP'ê Ayla Yildirim diyar kir ku, li hemberî cezayê girtin şok bû û endam û rêveberên partiyê Şîmşek ji lîncê xilas kirin û li gel vê yekê jî hatin ceza kirin.