Di destê DAIŞ'ê de 23 rojên dîlgirtî
Di destê DAIŞ'ê de 23 rojên dîlgirtî
Di destê DAIŞ'ê de 23 rojên dîlgirtî
Welatiyê Kobanê yê bi navê Mistafa Bozo yê 65 salî ku 23 rojan di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl hat girtin, tiştên bi serê wî hatin vegotin. Bozo, anî ziman ku bi 40 kesan re dîl hate girtin û her tim rastî îşkence û heqaretan hat û got: "Her roj ji ber dê me bikujin xew neket çavên me." Bozo, anî ziman ku hêviya wî ew e ku di demek nêz de Kobanê ji çeteyan bê paqijkirin û veger gundê xwe.
Çeteyên DAIŞ'ê di êrîşên ji bo dagirkirina Kobanê de welatiyên gundê Şeran ê ku li rojhilatê Kobanê mehek berê hemû dîl girtin. Çeteyên DAIŞ'ê 40 kesên di nav de jin û zarok jî hene dîl girtin berê birin Girê Spî (Tilebyad) û piştre jî birin Eynîsayê. Welatiyên Kobanî 23 rojan di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl man. Di nav Kobaniyên dîl hatin girtin de welatiyê bi navê Mistefa Bozo yê 65 salî jî hebû û tiştên bi serê xwe de hat vegot.
Bozo anî ziman ku bi destpêka êrîşan re çeteyan êrîş li gundê wan jî kirin û roja dîl hatin girtin wisa vegotin: "Roja êrîşên ji bo Kobanê dagir bikin destpê kirin bi wesayîtên leşkerî hatin gundê me. Ez jî ber bi cihê koma çekdar lê ve çûm û min got kesên hatin şervanên YPG'ê ne lê dema ez nêz bûm min dît ku kesên bi rî ne. Di destê min de cigare hebû. Ji min re gotin 'Ya di destê te de çiye?' Min jî got cigareye. Ji min re gotin, 'wê cigareyê bavêje" Piştre lêgerina min kirin tiştên di bêrîka min de destser kirin."
DESTPÊKÊ GEF PIŞTRE ÎŞKENCE
Bozo da zanîn ku li gund di nav de jin û zarok jî heyî 40 kes dîl girtin û ewil birin Girê Spî û piştre ji wir birin Eynîsayê û wiha pê de çû: "Li wir 23 rojan dîl girtin. Kasatura yek bi yek li ser stuyê me re derbas kirin. Ji me re gotin, 'Hûn hemû kafir in' Dema hinek ji me re gotin ew misliman in û şahadet anîn vê carê jî bi seatan îşkence li me kirin. Li ber çavê me îşkence li mirovan dikirin. Ji ber ku mafê me yê axaftinê tinebûn ji ber tirsê me dengê xwe dernedixist. Me berê xwe nedida rûyê wan. Her tim ji me re digotin, 'Serê we bila di ber we de be, kesê serê xwe bilind bike em ê serê wî jê bikin.' Ji ber ku dibe di heman demê de me bikujin em nedirazin."
Bozo bilêv kir ku piştî çeteyan ew serbest berdan berê wan dan Helebê û ji wan xwestin ku careke din venegerin ser axa Rojava û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Piştî şer dijwar bû gotin, 'Hûn venagerin ser axa xwe' Ji Eynîsayê em beralî herêmên Ereb lê dijîn kirin. Ji neçariyê em ber bi Helebê ve meşiyan. Piştî bi rojan em meşiyan em gihiştin Kobanê. Lê cihê em lê di hedefa DAIŞ' de bû. Me mirin da ber çavê xwe û em hatin. Me têlên sînor rakirin em hatin Pirsûsê."
Bozo anî ziman ku piştî 23 rojan dîl ma û 10 rojan jî meşiya hate Pirsusê û li vir hîn bû ku zarok û hevsera wî di konbajar de dimîne. Bozo da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê jiyana hemû kesî xera kirin û hêviya wî ew e ku piştî çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê hatin paqijkirin veger gundê xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî şervanên YPG û YPJ'ê çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin em dê vegerin gundê xwe."