Di derbarê Parlemterê HDP’ê Onlu de biryara ‘bi zorê anîn’
Di doza derbarê Parlemeterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu de hatî vekirin, biryara bi zorê anînê hate girtin.
Di doza derbarê Parlemeterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu de hatî vekirin, biryara bi zorê anînê hate girtin.
Di derbarê Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu de, bi hinceta gotinên wî yên di merasîma gerîlayan ên di şereke li navenda Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn, kiriye, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Di vê dozê de di derbarê Onlu de biryara anîna bi darê zorê hat dayîn.
Rûniştina dozê di 24'ê Sibatê de li Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê hat dîtin. Ji bilî Onlu destûra parzeran jî nehta dayîn ku beşdarî dozê bibin. Îro biryara anîna bi darê zorê gihandin parêzerê Onlu, Enver Erdal.