Di derbarê Demîrtaş de îdîanameya ‘Ji Erdogan re heqaret’ kiriye hate qebûlkirin
Di derbarê Demîrtaş de îdîanameya ‘Ji Serokkomar re heqaret’ kiriye hate qebûlkirin
Di derbarê Demîrtaş de îdîanameya ‘Ji Serokkomar re heqaret’ kiriye hate qebûlkirin
Di derbarê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş de, bi îdîaya li Balefirgeha Ataturkê di daxuyaniyekê xwe de ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re heqaret kiriye, îdanameya bi daxwaza cezayê girtinê ya salek heta 4 salan, hate qebûlkirin. Îdaname ji aliyê 38.Dadgeriya Cezayê Esliya yê Bakirkoyê ve hate qebûlkirin, rûniştina dozê wê di 5’ê Nîsanê de pêk were.
Di îdanamê de hat diyarkirin ku di dema daxuyaniya Demîrtaş a piştî serdanên xwe yê 24’ê Kanûna 2015’an a ji Rûsyayê, 9 kesan di dîrokên cuda de ji bo Wezareta Têkiliyên Navendî (BÎMER) îxbar kiribûn.