Di danişînên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê de êşkencekar Yilmaz heye!

Rûniştinên ên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam dike. Li ser navê şandeya dewleta Tirk êşkencekar Ruştu Yilmaz tevlî rûniştinan bû.

Rûniştinên 80’emîn ên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Palaîs de Wîlson a Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî dest pê kir, dewam dike. Di çarçoveya rûniştinan de binpêkirinên mafên mirovan, tecrîd û êşkenceyên li Tirkiyeyê diqewimin, tên nîqaşkirin. Raportorên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê, nûnerên saziyên sivîl ên raporên li ser Tirkiyeyê pêşkêş kirin û şandeya Tirk beşdarî rûniştinan dibin.

ÊŞKENCEKAR RUŞTU YILMAZ JÎ DI ŞANDEYÊ DE YE

Di şandeya dewleta Tirk de ku ji Wezareta Karên Derve sefîr Kivilcim Kiliç dike, navên balkêş hene.

Di nava heyeta dewleta Tirk de kesên balkêş jî hene ku serokatiya heyetê bolyoz Kivilcim Kiliç a ji Wezareta Karên Derve ya Tirk. Piştî ku Erdogan  Alî Yerlîkaya anî li şûna Suleyman Soylû ji serçavdêriya polîsan Ruştu Yilmaz jî di nava heyetê de cih digire ku Yilmaz ji bo wezîfeya Şêwirdariya Hiqûqa 1’emîn a Wezareta Karên Hundir hatibû erkdarkirin.  Ruştu Yilmaz weke erkdarê Serçavdêrê Hiqûqê yê Midûriyeta Giştî a Ewlekariyê ya li Palais de Wilson a girêdayî Ofîsa Cenevreyê di nava heyeta Tirk de cih digire. Yilmaz ew kes e ku di navbera salên 2015 û 2021’an de li Rihayê dema Midûrê Ewlekariyê bû komeke êşkenceyê ya ji 6 kesan pêk dihat, ava kiribû.

Piştî hilbijartina Hezîrana 2015’an ku Erdogan biryar dabû ‘Pêvajoya Çareseriyê’ xirab bike, ji bo plana xwe ya hilweşînê bixe meriyetê, îdîa kir ku PKK’ê berpirsyarê kuştina du midûrên polîsan ên li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ye. Di dozên ku piştî wê pêvajoyê hatin kirin de, gelek kesên bêsûc, îfadeyên ku polîsan piştî êşkenceyê amade kiribûn bi wan dan îmze kirin. Di pêvajoya darazê de ku weke Doza Ceylanpinarê tê zanîn yek ji navên ku herî zêde derket pêş Midûrê Şaxê Îstîxbaratê yê Rihayê Ruştu Yilmaz bû. Kesên ku di Doza Ceylanpinarê de wek bersûc hatin darizandin, diyar kirin ku Ruştu Yilmaz êşkence li wan kiriye û ev sûc bi darê zorê li wan hatiye ferzkirin.

JI DAÎŞÊ RE ÇAV GIRT Û KOMA ÊŞKENCÊ AVA KIR

Ruştu Yilmaz ne tenê destê wî di amadekirina komploya Ceylanpinarê de ye. Di pêvajoya ku berpirsê Îstîxbaratê bû hişt ku çeteyên DAÎŞ’ê bê perwer sînorên Rihayê bikar bînin û ji bo çek ji bo çeteyan bên şandin xebatên organîzekirinê meşand. Piştî hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an hin endamên berê yên emniyetê yên alîgirê Cameatê gotin ku kesê ku lêpirsînên li dijî DAÎŞ’ê asteng kiriye Ruştu Yilmaz e.

Komkujiya Pirsûsê jî di pêvajoya ku Ruştu Yilmaz midûrê îstîxbaratê yê Rihayê bû pêk hat. Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji Semsûrê hatin Pirsûsê êrîşa xwekujî pêk anîbûn, di 5’ê Hezîrana 2015’an de di mitînga HDP’ê de êrîşeke bombeyi pêk anîn. Hiqûqnasan, diyar kirin ku di her du êrîşên bombeyî de Ruştu Yilmaz çav ji çeteyên DAÎŞ’ê re girtiye û ji ber îhmalkariya wezîfeyê der barê wî de gilî hatibû kirin. Lê belê ev giliyên sûc neket meriyetê û bi biryarên ji bo Yilmaz hatin girtin, pêşî li darizandina wezîfedarên dewletê hatin girtin. Di gelek dosyayên lêpirsînê de jî derket holê ku Ruştu Yilmaz ew kes bû ku di pêvajoya mijara gotinê de li Riha, Amed û Dîlokê, rê li ber çeteyên DAÎŞ'ê vekir û her wiha li ser van bajaran çeteyan şandin bajarên din ên Tirkiyeyê yan jî Bakurê Kurdistanê. Her çiqas navê Ruştu Yilmaz di gelek êrîşan de hatibe binavkirin jî, ku nêzî 800 kes di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan, lê ji ber ku destûra qanûnî ya pêwîst ji aliyê wezaretê ve nehat dayîn, der heqê wî de lêpirsînek bi tenê jî nehat vekirin.

Piştî "hewldana derbeyê", Ruştu Yilmaz bi taybetî ji bo êşkenceyê hat peywîrdar kirin. Yilmaz di wê pêvajoya ku li Rihayê berpirsyar bû, tîmekî taybet ê ji 6 kesan pêk tê ava kir û êşkenceyeke giran li alîgirên cemaetê û endamên HDP'ê kir.

Ruştu Yilmaz ê ku gelek sûcên mîna êşkenceyên giran kiriye û tiliya wî di komkujiyan de heye, li cihê ku bê darizandin weke serçavdêrê polîsan hat wezîfedarkirin. Di sala 2023'yan de bi biryarnameya bi îmzeya Erdogan, weke 1’emîn Şêwirmendê Hiqûqê yê Wezareta Karên Navxweyî hat wezîfedarkirin. Îcar heman Ruştu Yilmaz weke nûnerê heyeta Tirk beşdarî 80’emîn Rûniştina Komîteya Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî bû.