Di civîna global a tevgerên civakî de rojeva Kobanê
Di civîna global a tevgerên civakî de rojeva Kobanê
Di civîna global a tevgerên civakî de rojeva Kobanê
Berxwedana Kobanê mora xwe li ‘Civîna Global a Tevgerên Civakî’ ya bi tevlîbûna tevgerên civakî ya 50 welatî, da. Lîderê ruhanî yê civaka katolîk Papa Francesco ku tevlî civînê bû peyama ‘em li gel Kurdane’ da.
Civîna bi ser navê ‘Civîna global a tevgerên civakî’ di navbera 27-29’ê Cotmehê de li paytexta Roma ya Îtalyayê pêk hat. Civîn 3 rojan berdewam kir û ji 50 welatî tevgerên civakî tevlî bûn. Di civînê de li ser xebata mafên herî xwezayî yên mirovahiyê hat sekinandin û li dijî pergala ku li ser van mafan serdestiyê dike jî li ser girîngiya piştevaniyê hat sekinandin. Di nîqaşên ku hatin kirin de hat gotin ku bawerî, ol û kok çi dibe bila bibe wê hemû cîhan li ser mafên esas ên civakî bên cem hev. Her wiha di nîqaşan de li ser newekheviyê jî hat sekinandin û hat diyarkirin ku bêedaletiya civakî bi têkoşînên radîkal dikarin bên çareserkirin.
PAPA FRANCESCO:EM DIXWAZIN DI TÊKOŞÎNA WE DE BI WE RE BIN
Di roja sêyemîn ya civînê de Papa Francesco û Serokdewletê Bolîvyayê Evo Morales axivîn. Papa Francesco di axaftina xwe de li ser mafan sekinî û wiha got: “Dema ev maf tên parastin hinek alî van bi komunîstiyê sûcdar dikin. Lê wek tê zanîn ew ji ber baweriya xwe vê diparêze û her wiha parastina mafên civakî yek ji rêgehên sereke yê dêra katolîk in. Alîkariya bo xizanan di Încîlê de jî cih digire. Ziman, ol, bawerî çi dibe bila bibe hemû kes xwedî mafê ax, mal û xebatê ye. Em wek dêra Vatîkan heta ku ev mirov bigihêjin mafê xwe em ê bi wan re heta dawiyê têbikoşin. Ez îro dixwazim dengê xwe bi yên xizan û tevgerên hawîrdorê re bikim . Ez dixwazim di têkoşîna we de li gel we bim."
EVO MORALES: JI BO MAFÊN KOLEKTÎF TÊKOŞÎNÊ BERDEWAM BIKIN
Evo Morales jî axaftinek kir û got ku ew axaftina xwe ne wek serokdewletekî, wek lîderekî civakî dike û diyar kir ku dema li welatê wî reforma axê çêbû gelek zehmetî derketine. Morales diyar kir ku bikaranîna qadên petrol û gaza xwezayî ji kontrola şîrketên taybet girtine û ax û çavkaniyên bin erdê xistine xizmeta gel. Moreles wiha got: “Li welatê me di vê mijarê de me pêngavên mezin avêtin. Di mijara mafê mirovan de pêngavên girîng hatine avêtin û ji bo parastina mafên kolektîf em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Her wiha ji bo parastina mafên kolektîf, divê di bin banê NY’ê de biçin sazîbûnê.” Morales piştre bi Papa Francesco re hevdîtin pêk anî.
PAPA HEYETA KURD QEBÛL KIR
Papa Francesco piştî civînê bi heyetên ji welatên din hatibûn re hevdîtin kir. Li ser navê Kurdan bi endamên Kurdish Network re hevdîtin kir. Papa Francesco ji bo daxwaza heyeta Kurd a piştgiriyê bidin Kobanê peyama ‘Em li cem Kurdan e’ da.
BERXWEDANA KOBANÊ DI ENCAMNAMEYÊ DE YE
Di civînê de berxwedana YPG û YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê jî hat rojevê. Nûnerên Kurdish Networ diyar kirin ku ev berxwedaneke gel a ku hewl tê dayîn axa wan ji destê wan bê girtin pêş dixin.
Berxwedana Kobanê di encamnameya civîna ku 3 rojan berdewam kir de jî cih girt.