Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' de daxwaza berdana wekîlên girtî
Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' de daxwaza berdana wekîlên girtî
Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' de daxwaza berdana wekîlên girtî
Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' ên bi armanca protestokirina girtina nûnerên gel û siyasetmedarên kurd ên li Wêranşar, Pirsûs, Dêrik û Peyasê de, qetilkirina 3 welatiyan li Geverê hat protestokirin. Di çalakiyan de her wiha hat xwestin ku 4 parlamenterên girtî yên BDP'ê û parlamenterê serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş tavilê serbest bê berdan.
Xebatkarên Şaredariya Peyasê çalakiya xwe ya 'Pêncşema Reş' a ji bo Şaredarê xwe Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Şaredar Sabahattîn Dînç û siyasetmedarên Kurd ên girtî lidar dixin, îro cara 195'an di nava berfê de pêk anîn.
Di daxuyaniya li pêş avahiya xizmetê ya şaredariyê de Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û got, "Di dîroka Kurdan de desthilatdaran hewl dane rojên bi vî rengî yên tarî biafirînin. Lê belê ti carî gel ji têkoşînên xwe yên mafdar venegeriyane, rojên tarî ronî kirine. Dadgeha Destûra Bingehîn di mijara dema dirêj a ragirtinê de, dewlet sûcdar dîtiye. Lewma li gorî vê biryarê, serbestberdana parlamenteran erênî ye. Lê belê em li bendê de ku dadgerî heman biryarê der heqê wekîlên din de jî bide. Em careke din ji vir bang li desthilatdarî û dewletê dikin. Eger we bi mûxatabê rastîn ê gelê Kurd re dest bi pêvajoya muzakere û diyalogê kiribin, hingî avêtina gavên pratîkî dê alîkariyê bide pêvajoyê."
Protestoya 'Pêncşema Reş' bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.
Di çalakiya 'Pêncşema Reş' a li pêş avahiya Şaredariya Pirsûsê de jî, li gel xebatkaran Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Pirsûsê Îsmaîl Kaplan û endamên Sendîkaya Genel-Îş û Tum Bel-Senê jî amade bûn.
Serokê Genel-Îş Şaxê Rihayê Sadik Demîr li vir daxuyanî da, bal kişand ser komkujiya li Geverê û got, "Em ji vê derê îlan dikin ku gelê Geverê bi tenê nîne. Her der Gever e."
Çalakiya 'Pêncşema Reş' a li Wêranşarê jî li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Alîkara Şaredar Wêranşarê Sûna Ûlûgturken da xuyakirin ku her hefte ew dixwazin hevalên wan bên berdan, lê belê hikûmet di vî warî de ti gavê neavêje.
Ûlûgturken got, "Herî dawî Balbay ê CHP'yî ji ber sedema dema dirêj a ragirtinê ji aliyê dadgehê ve hat berdan. Parlamenterên me jî bi heman daxwazê serlêdan kirin. Lê ji çiye nayê zanîn; bi rojane ya dadgeh li benda dozgeran e yan jî dozger li benda dadgehane. Li vê derê cotstandartiyek tê dîtin. Birêz Balbay heman rojê hat berdan, lê çima hevalên me hînê girtîne? Dozger û dadger ji ber çi biryarê nadin? Ji bo dayîn biryarê gelo li benda fermana payebilindên xwe ne. Em vê rewşê fêm nakin." Ûlûgturken xwest hemû girtiyên siyasî werin berdan. Di dewama daxuyaniyê de Nelson Mandela jî hat bîranîn.
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê jî çalakiya 'Pêncşema Reş' li ber avahiya şaredariyê pêk hat.
Cîgira Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî li vir bi Kurdî daxuyanî da û qetilkirina 3 kesan li Geverê ji aliyê polîsan ve şermezar kir.