Di çalakiyên gerîla de 4 leşker hatin kuştin

Di encama çalakiyên gerîla yên li Herêma Zapê lidar xistin de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên li Girê Şehîd Xeyrî yê Herêma Zapê bi cih bibûn, di saet 13:50’an de çalakiyeke sekvaniyê lidar xistine. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Gerîlayên HPG’ê di saet 14:20’an de li devera Qada Bedewe li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene, lê têkildarî hejmarê agahiyên zelel nehatin bidestxistin.

Di çalakiya sekvaniyê ya duh li Girê Şehîd Mûnzûr de jî leşkerek hatibû kuştin.

Dîsa çavaniyên  herêmî diyar kirin ku di encama gulereşandina qereqolên li ser xeta sînor a Zap û Avaşîn li hinek nuqteyên herêmê şewat derketiye.