Çalakiya xebatkarên TV 10 a bi daxwaza TV 10 a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (BHQ) de hete gitin ji nû ve bê vekirin, di hefteya 49’an de li pêşiya Lîseya Galatasarayê dewam dike. Çalakiya ku pankarta ‘Dengê Elewiyan TV 10 nayê bêdeng kirin’ vekirin, dirûşmên ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ û ‘Dengê Elewiyan nayê bêdengkirin’ qîr kirin. Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Hasan Gulum axivî û ji bo mîtînga “Ji bo siberoja îro û sibe ya zarokên me, di perwerdeya laîk,zanîstî, civakî, bêpere û di perwerdeyan zimanê dayikê de bi israr in” banga beşdariyê kir. Gulum destnîşan kir ku yên ku nerazîbûnên wan li dijî vê pêvajoyê hene divê beşdarî bikin.
Endamê MYK a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Mûrad Mihçî axivî û diyar kir ku bûyerên di 6-7’ê Îlonê de qewimîn cara ewilê ji TV 10 bihîstine, destnîşan kir ku îro kenalek nîne ji bo wan nûçeyan gotûbêj bikin.
Piştî axaftinan û şûnde, belavokên vexwendina ji bo mîtînga ‘Perwerdeya Laîk’ li Rêya Îstiklalê hatin belavkirin.