Di çalakiya rûniştina 'F' ê de ji Gomî re azadî xwestin
Di çalakiya rûniştina 'F' ê de ji Gomî re azadî xwestin
Di çalakiya rûniştina 'F' ê de ji Gomî re azadî xwestin
Di 91. çalakiya rûniştina "F" ê de balkişandin ser rewşa girtiyê nexweş yê bi navê Kemal Gomî yê ku nexweşê şîzofren û ji Gomî re azadi xwestin.
Endamên Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD ya Stenbolê, ji bo ku balê bikşîne binpêkirina mafan yên tîbên F û rewşa girtiyên nexweş weka her heftê vê heftê jî 91. çalakiya rûniştinê li ber Dibistana Amadeyî ya Galatasarayê hatin gel hev û çalaki pêk anîn. Di çalakiyên de panqartên "Tecrît dikujin bila girtîgehên tipên F ê bê girtin" û "Em li girtîgeha birinan naxwazin bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hatin hilgirtin û her wiha dovîzên nav û wêneyên girtiyên nexweş li ser hatin girtin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan", "Rûmeta mirovan îşkenceyan têk dibe" û "Kemal Gom berdin" qêr kirin û balkişandin ser rewşa girtiyên nexweş Kemal Gom yê bi nexweşiya Şîzofreniya Rezîduel. Endama Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê Nerîman Çelîk diyar kir ku tecrîd û îşkenceya girtîgehan rêbaza kuştinê ye û di destê gelek girtiyan de rapora Saziya Tiba Edlî heye lê ji ber ku ji aliyê Şaxa Têkoşîna bi Terorê ve tên asten kirin girtiyan terkî mirinê dikin.
'PÊWÎSTE RÊXISTINÊN SAZIYÊN SÎVÎL ÊN CIVAKÎ BIKARIBE LI GIRTÎGEHAN DE ÇAVDÊRIYÊ BIKIN'
Çelîk diyar kir ku bila hikûmet di demek kurt de saziyên sivîl ên civakî tevlî nava pêvajoyê bikin û wiha got: "Sazîyên wek ÎHD saziyên sivîl ên civakî pêwîste bikaribin di girtîgehan çavderî û lêkolînê bikin û gavên ku saziyên fermî davêjin bikaribe bibîne û raporan bi raya giştî re parbikin." Çelîk diyar kir ku Kemal Gomî dema di sala 1993'an de li Zanîngeha ÎTU'yê di pola dawîn de dixwand hat girtin û cezaya muebbetê xwar. Çelîk bibîranî ku bijîjkan di sala 2010'an de teşxîsa nexweşiya Şîzofreniya Rezîduel kiriye ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve rapora "Nikari digirtîgehê de bijî ji efûya Serokkomar re guncawe." hatî dayîn. Çelîk anî ziman ku ji aliyê Serokkomar ve biryara berdana wî hatî redkirin û niha li girtîgehê de ji ber nexweşiyê hişê Gomî li serê wî nine û wiha got: "Dewletî Gomî dibin şert û mercên tecrîtê de hîşt û ev jî bi serdem ku Gomî serwext bûna rastiyê jidest bide hêj jî vê mirovî di hucreya yek kesî de digrin. Dewlet zagonên xwe jî pêk naynin. Bila Gomî di demek kurt de berdin."