Di bûyerên Taksîmê de 18 rojnameger birîndar bûn û 4 jî hatin binçavkirin
Di bûyerên Taksîmê de 18 rojnameger birîndar bûn û 4 jî hatin binçavkirin
Di bûyerên Taksîmê de 18 rojnameger birîndar bûn û 4 jî hatin binçavkirin
Di bûyerên Taksîmê de 18 rojnamegerên nûçe dişopandin birîndar bûn û 4 rojnameger jî ji aliyê polîsan ve hatin darpkirin û hatin binçavkirin. TGC'ê jî diyar kir ku, RTUK'ê bûyer objektîf nedan û wiha got: "RTUK'ê li gorî nêrînên desthilatdarê kar kir.
Di bûyerên Taksîmê de gelek kes bîrîndar bûn û ji vê yekê rojnamegerên nûçe dişopandin jî para xwe girtin. Li gorî daxuyaniya Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) di bûyerên duh de 18 rojnameger birîndar bûn û 4 rojnameger jî ji aliyê polîsan ve hatin darpkirin û hatin binçavkirin. TGC'ê ji bo parastina azadiya raman û çapemeniyê û kedkarên çapemeniyê bi ewlehî peywira xwe bikin bang li hikûmet, muxalefet û medyayê kir. TGC xwest ku saziyên çapemeniyê ligel hemû zextan ji bo mafê ragihandinê divê rojnamegeriyekî şefaf bikin.
'EM BANG LI RTUK'Ê DIKIN OBJEKTÎF TEVBIGERE'
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Kesên heta niha bi dozan û girtina rojnamegeran rojnameger nedîtin û siyasetmedarên mafê gel yê azadiya çapemeniyê û raman tuneye digotin êdî neçar in rastiyan bibînin. Ji roja bûyeran destpê kir heya niha hikûmet û muxalefetê çapemenî rexne kirin û ev yek jî bû sedema kedarên çapemeniyê bibin hedef. Divê siyasetmedar ji gotinên xwe re baldar bin. Divê saziyên çapemeniyê tedbîrên ewlehiya canê rojnamegeran bigire. Divê saziyên medyayê dema rojnameger karê xwe dikin ji otosansur û sansurê dûr rawestin."
TGC'ê bang li RTUK'ê kir ku objektîf be û anî ziman ku ji ber bûyerên Parqa Gezî cezayên pere ji Ulusal TV, Halk TV, Cem TV û EM TV'iyê hate birîn bifikar e. Cemiyetê da zanîn ku RTUK'ê têkildarî sansura ji medyayê re têkirin bi raya giştî re parve nekir û wiha axivî: "RTUK li gorî nêrînên hikûmetê kar dike. Em RTUK'ê dewetî objektîfiyê dikin"
ROJNAMEGER BIRÎNDAR BÛN Û HATIN BINÇAVKIRIN
TGC navên rojnamegerên di bûyeran de birîndar bûn û hatin binçavkirin wisa aşkera kirin: "Rojnameger Ahmet Şik, Nûçegihanê Rojnameya BîrGun Olgu Kundakçi, Nûçegihanê Reutersê Osman Orsal, Rojnamegerê Rojnameya Sol Onur Emre, Nûçegihanê Sozcu Yavuz Alatan, Nûçegihanê ETHA'ya Mehmet Canbek û Serdal Işik bi bombeyên gazê yên polîsan birîndar bûn. Nûçegihanê ATV'ê Mesut Çîftçî û kameramanê ATV'ê Îsmaîl Velîoglu li Taksîmê bi guleyên polîsan ên plastîk birîndar bûn. Nûçegihanê Hurriyet Daîly Newsê Emrah Gurel di êrîşa polîsan de ji piyê xwe birîndar bûn. Tiliya Nûçegeiyanê Starê Osman Terkan şikest. Midûrê Nûçeyan ê Starê Murat Uslu ji ber kapsula gazê birîndar bû. Rojnamegerê Rojnameya Evrensel û Hayat TV Îsmaîl Afacan ji ber ava şid talukeya çavê wî kor bibe derbas kir. Nûçegihanê Mîlleytê Huseyîn Ozdemîr ji ber bandora gazê li ser hişên xwe çû. Rojnamegera Tarafê Tugba Tekerek ji aliyê polîsan milê wê hate çemandin û dujîn lê kirin. Kameramanê ÎMC TV Ozgur Soylemez û Nûçegihanê ÎMC TV ê Enqere Eren Guvendîk ji piyê xwe birîndar bû. Kameramanê Ulusal Kanalê Bulent Unal guhê wî çiriya. Nûnerê Kanal D ê Enqere Erhan Karadag hate binçavkirin. Nûçegihana Rojnameya Sol a Enqere Fatoş Kalaçay hate darpkirin û hate binçavkirin. Kameramanê Ulusal Kanalê Serkan Bayraktar û Nûnerê Ulusal Kanalê yê Enqere Mustafa Kaya di dema bûyeran de dem weşana zindî dikirin hatin binçavkirin."