Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 17’ê Kanûna 2018’an de li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Ligel van çalakiyan jî di Konseya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê de jî xebatên dîplomasiyê hatibûn kirin.
Geşkirina çalakiyên greva birçîbûnê ya li Ewropayê û hewldana saziyên Ewropayê ya ku ji bo têkevin dewrê, wê bandoreke mezin bike. Bi geşkirina berxwedanê ya bi rêya çalakiyên aştiyane re wê argumana ‘teror û şîddet’ a ku welatên Ewropayê ji Tirkiyeyê stendibû û li dijî Kurdan bi kar tîne wê were pûçkirin.
Di heman demê de ji ber ku CPT girêdayî Konseya Ewropayê ye, ji gotinên vê saziyê wêdetir, divê li ser helwesta Yekîtiya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê were sekinandin.
Nûnerê HDP’ê Fayîk Yagizay ê ku di nav xebatên dîplomasiyê yên bi van saziyan re ye, rewşa dawîn nirxand.
‘LI MECLÎSA PARLEMENTERAN A KONSEYA EWROPAYÊ Û LI PARLEMENTOYA EWROPAYÊ HESTIYARIYEK ÇÊBÛ’
Yagizay diyar kir ji dema ku grevên birçîbûnê hatine destpêkirin ji xeynî eleqedariya saziyên çapemenî û medyayê, ji bo hewldana sazî û parlementoyan jî xebat tên kirin.
Yagizay diyar kir ku ji ber van xebatan hestiyariyek çêbûye û qala rûniştinên meha Çileyê ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê hate kirin. Yagizay diyar kir ku di van rûniştinên meha Çile û Sibatê de ji bo piştgiriya Leyla Guven û bidawîkirina tecrîdê çalakî hatine lidarxistin. Yagizay bal kişand ser vî tiştî ku di rûniştinên Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê de û di ya Parlementoya Ewropayê de berxwedana grevên birçîbûnê gelek caran hatine rojevê û ji Komîserê Berpirsyarê Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî re name hatine nivîsandin.
Yagizay diyar kir ku di rûniştina meha Çileyê ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê de bi sernavê ‘rojeva lezgîn’ li ser pêşnûmaya li ser Tirkiyeyê rûniştinek hatiye lidarxistin.
‘DIVÊ ÊDÎ BIRYARA MECLÎSA PARLEMENTERAN A KONSEYA EWROPAYÊ YA LI DIJÎ TECRÎDÊ WERE PÊKANÎN’
Yagizay diyar kir ku di vê biryarê de tecrîd hatiye balkişandin û navê Ocalan du caran hatiye bibîranîn û got ku “Di pêşnûmayê de ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hatiye xwestin ku pêşniyazên derbarê tecrîdê divê were pêkanîn. Hatibû diyarkirin ku heke ev biryar pêk neyên divê Komîteya Wezîran têkevin dewrê. Ji bo şopandina vê biryarê me bi gelek saziyên wan re hevdîtin kir. Di nav hevdîtinan de daxwazên me ev bû ku bila biryara Konseya Ewropayê were pêkanîn û divê Tirkiye li gorî peymanan tevbigere ên ku wê bi xwe îmze kiriye. Heke Tirkiye li gorî van peymanan tevbigere wê tecrîd were rakirin. Bi bandora berxwedanê re Mehmet Ocalan çû serdanê û Guven hate tehliyekirin lê armanca Tirkiyeyê ev e ku pêşiya vê hestiyariya navneteweyî bigire û pêla berxwedana li dijî tecrîdê bide şikandin.”
‘HELWESTA CPTÊ HÊ NEGUHERIYE’
Yagizay diyar kir ku hefteya borî CPT’ê serlêdanên hevdîtinê yên endamên Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê û çalakgerên greva birçîbûnê red kiriye û got ku, “Di destpêkirina çalakiyê de hevdîtinên me çêbûn. Wan bersiveke weke ‘Diyaloga me ya bi Tirkiyeyê re didome, ji ber vê jî ne hewce ye em heman tiştan dîsa bibêjin’. Vê helwesta CPT’ê mirov têr nake. CPT a ku dikare gelek tiştan bike, lê nake.”
Yagizay diyar kir ku dibe ku Konseya Ewropayê û saziyên din beriya hilbijartina di 31’ê Adarê de tu gavan neavêjin û ev jî dibe sedem ku grevên birçîbûnê têkevin pêvajoyeke xeternak.
Yagizay got ku, “Bi geşkirina çalakiyên girseyî re wê Ewropa hêza gelê Kurd bibîne û ew ê Ewropa li hemberî çalakiyên aştiyane wê nikaribe zêde bêdeng bimîne. Dema ku berxwedan bibe girseyî û di çapemeniyê de zêde cih bigire wê ev tişt bibe sedem ku çalakî têkevin rojeva parlemento, hikumet û rêxistinên civakî yên sivîl.
Yagizay diyar kir ku li Tirkiyeyê qetlîamên mezin pêk tê, zextên giran li ser mafên mirovan tê kirin lê hin dewletên Ewropayê wekî ku tiştek nebûye têkiliyên xwe yê bazirganî û siyasî didomîne.
Yagizay bal kişand ser vî tiştî ku di nava hefteya pêş de bi wesîleya rûniştinên li Konseya Ewropayê û li Parlementoya Ewropayê plansaziya gelek hevdîtinan tê kirin û di heman demê wê rapora li ser Tirkiyeyê vê hefteyê were dengdan