Di 38. salvegera erdheja Licê de bal hat kişandin ser parametreyên jeolojîk
Di 38. salvegera erdheja Licê de bal hat kişandin ser parametreyên jeolojîk
Di 38. salvegera erdheja Licê de bal hat kişandin ser parametreyên jeolojîk
Serokê Odeya Endezyarên Jeolojî Şaxê Amedê Harûn Yalçinkaya, bi wesîleya 38. salvegera erdheja Licê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku divê di projeyên veguherandina bajaran de parametreyên jeolojîk ên mîna erdhej, lehî, wergerîna tehtan û aşît li ber çavan were girtin.
Serokê Odeya Endezyarên Jeolojî Şaxê Amedê Harûn Yalçinkaya bibîr xist ku ji ber erdheja bi dijwariya 6.6 a beriya 38 salan di 6'ê Îlona 1975'an de rû da, Lice û gundên derdorê zerareke mezin dîtine û 2 hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Yalçinkaya ragihand ku di encama erdhejê de 8 hezar û 159 avahî di asta giran, 4 hezar û 550 avahî di asta navîn û 7 hezar û 283 avahî jî di asta sivik de zerar dîtine û destnîşan kir ku piştî erdhejê li licê rûniştgehên demî hatine avakirin û ev 38 sal in mirov li van rûniştgehan dijîn.
Yalçinkaya ragihand ku di serî de Lice û derdora wê li navçeyên Amed û gundên wê, ji bo rîskên erdhejê kêm bike ti tedbîrên endezyariyê nehatine wergirtin û di daxuyaniya xwe de cih da van xalan:
"Rêveberiyên navendî û herêmî, di avakirina avahiyên li herêmên bejahî de, kontrolê nakin. Divê nexşenêyn herêmê di asta yekemîn de li herêmên erdhejê ne werin avakirin û li qadên xeteriya erdhejê hene wargeh neyên avakirin û bibin herêmên tampon. Avahiyên ji xizmetên endezyariyê bêpar, ji ber ku di bin rîska erdhejê de ne, pêwîste bibe karê sereke yê veguherîna bajarvaniyê. Di projeyên veguherandina bajaran de divê parametreyên jeolojîk ên mîna erdhej, lehî, wergerîna tehtan û aşît li ber çavan were girtin."