Di 15'ê Tebaxê de AKP û Erdogan wê li Swîsreyê bên şermezarkirin
Polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê û Erdogan li hemberî gelê Kurd dan destpêkirin, wê li bajarê Swîsre Zurîchê bi meşeke navendî bê şermezarkirin.
Polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê û Erdogan li hemberî gelê Kurd dan destpêkirin, wê li bajarê Swîsre Zurîchê bi meşeke navendî bê şermezarkirin.
Polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê û Erdogan li hemberî gelê Kurd dan destpêkirin, wê li bajarê Swîsre Zurîchê bi meşeke navendî bê şermezarkirin. Hevserokê DEM-KURD'ê Fûat Komur ji bo meşa 15'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir.
Konsepta şer a hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan li hemberî gelê Kurd dan destpêkirin, bi pêşengiya Navendên Civaka Kurd a Demokratîk li Swîsreyê (DEM-KURD) ve li bajarê Swîsre Zurîchê wê bi meşeke navendî were şermezarkirin. Meş wê 15'ê Tebaxê roja Şemiyê saet di 16:00 de li Helvetîaplatzê destpê bike û ji tevahiya bajarên Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan wê tevlî bibin.
Hevserokê DEM-KURD'ê Fûat Komur, ji bo pûçkirina polîtîkaya AKP û Erdogan a şerê li dijî KUrdan bang li hemû gelên li Swîsreyê kir, ku beşdarî meşê bibin.
Komur got, "Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Ji bo rêveçûna dîrokê ber bi aliyê ve bikişînin, divê em li qadan bin."