Di 10 salên AKP’ê de pêkanîna li ser 80 polîsan

Di 10 salên AKP’ê de pêkanîna li ser 80 polîsan

Di dema hikumeta AKP’ê de êrîşên polîsan yên li ser xwepêşandanên civakî û cenazeyên gêrîlayên HPG’ê sînor nas nakin,Wezîrê Navxweyî yê Tirk aşkera kir ku, di navbera salên 2002 û 2012’an de di dema AKP’ê de ji ber sedema mudaxeleya bê rêje tenê 80 polîs ji kar hatine girtin, 128 polîsan cezayê zindanê girtine û 115 polîs jî cezayê îdarî girtine.

KESK û yekgirtiyên wê ji bo sîstema perwerdeyê ya 4+4+4 protesto bikin di 15’ê Îlona 2012’an li Enqereyê mitîngek pêkanîn. Eylem Ataş jî yek ji hezar kesên tevlî mitîngê bûyî bû. Li nokteya lêgerînê polîsan êrîşî girseyê kir û gelek kedkar birîndar bibûn. Eylem Ataş jî ji ber sedema polîsan job li nav çavê wê dan ket erdê. Hevalên wê Ataş rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepeyê. Piştre polîs hatin nexweşxaneyê mudaxelekirin û nehêlan Ataş rapora lêdan xwariye bigire. Li ser vê dema Ataş birin Nexweşxaneya Çav jî heman muamele dît. Piştre sedê 80 çavê Ataş çû.

TUNDIYA POLÎSAN ANÎ MECLISÊ

Piştî tundiya polîs Parlementera BDP’ê ya Êlihê 24’ê Îlona 2012’an têkildarî tiştên Ataşê jiyan kirîn pêşniyarpirsek ya nivîskî da Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn. Di pêşniyarpirsê de Akatê ev pirs ji Wezîr Şahîn kirin: “Têkildarî pêkanîna ku Eylem Ataş rast hatî wezareta we ti lêpirsînên îdarî vekirine? Ger vekiribe di kîjan astê de ye? Di nava 10 salên dawî de di dema mudaxeleyên bûyerên civakî de çend kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Li gorî temen û zayendê belavbûna van welatiyên min çawaye? Perwerdeya ku berendamên Dibistana Bilind ya Pîşeyî ya Polîsan û Akademiya Polîsan dibînin, gelo li beramberî van tengasiyên ku ew qas bê navber dibînin kêm dimînin? Di mufredata perwerdeya wezareta me de di çarçoveya rêzdariya mafê mirovan guhertinek tê pêşdîtin kirin? Di deh salên dawî de wezareta me di van mijarane de di derbarê çend personelan de lêpirsîna îdarî vekiriye? Ev lêpirsîn çawa bi encam bûne? Di deh salên dawî de wezareta me têkildarî çend personelan ji bo lêpirsîna edlî destûra îdarî daye?”

WEZÎR KESÊN PIŞTÎ ÊRÎŞAN JIYANA XWE JI DEST DAYÎ AŞKERA NEKIR!

Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn piştî 4 mehan bersiva pêşniyarpirsa Akatê da. Wezîr Şahîn di bersiva dayî de xwe avêt bextê Zagona Civîn û Xwepêşandanan û parast ku, polîsan guncawî welatê xwe mudaxele kirin. Şahîn da diyarkirin ku, di Dibistana Bilind ya Pîşeyî ya Polîs û Akademiya Polîsan de perwerdeya “Mafê Mirovan yên Dikevin Sînorê Rayeya Polîsan”, “Mafên Bingehîn û Azadî”, “Têgehên Giştî yên Têkildarî Mafê Mirovan û Azadiyê” têne dayîn. Wezîr Şahîn têkildarî pirsa Akat ya di nava 10 salên dawî de di mudaxeleyên bûyerên civakî de çend kesan jiyana xwe ji dest daye jî bê bersiv hêla.

LÊPIRSÎNA MUDAXELEYA POLÎSAN DI 4 MEHAN DE XILAS NEBÛ

Şahîn di bersiva dayî de da zanîn ku, lêpirsîna têkildarî êrîşa polîsan ya li dijî mitînga 15’ê Îlona 2012’an ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê birêvebirin û ev lêpirsîn hêjan didome. Weke din jî Şahîn aşkera kir ku, ji 1’ê Çileya 2002’an heya 22’ê Cotmeha 2012’an têkildarî “rayeya bikaranîna zorê” derbaz kiriye 80 polîs ji pîşeyê hatine avêtin, di derbarê 128 polîsan de cezayê girtîgehê hatiye birîn, 60 polîsan jî cezayê pere lê hatiye birîn, her wiha di derbarê 115 polîsan de jî di aliyê îdarî de ji bo demek kurt û dirêj cezayê rawestandina peywirê hatiye dayîn.