DGH û DGKH Pêngava 'Tolhildana Sor' ragihand
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) bi daxuyaniyekê pêngava tolhildanê ya “TOLHILDAN SOR" ragihand.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) bi daxuyaniyekê pêngava tolhildanê ya “TOLHILDAN SOR" ragihand.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) bi daxuyaniyekê pêngava tolhildanê ya “TOLHILDAN SOR)" ragihand.
Daxuyaniya DGH û DGKH a li ser mijarê wiha ye:
"Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) hêza Tolhildanê ya Gelê Kurdistanê ku di bin qirkirinek mezin û dagirkeriyê de ye, li dijî êrîş û polîtîkayên dewleta tirk a faşîst ku li ser gel û welatê me dide meşandin pêngava 'TOLHILDAN SOR' ji dost û dijminê re îlan dikin. Li ser Rêbertiya me, ku ji bo me sedema cihanê bi erdê re kirina yek e, sîstemek tecrîd û êşkenceyê ku di dîrokê de nehatiye ditîn tê meşandin. Li ser gelê me hemû rêbazên xerab tên meşandin. Şehîd û Pakrawangehên me, ku nirxên me yên herî pîroz in, li dijî wan êrîşên kepaze tên kirin. Li ser welatê me Kurdistanê hewldanên dagirkerina her bostek axa wê hene. Hêzên Gerîla ku ji bo tevahî mirovahiyê hêviya azadiyê ye, li ser wan êrîşên tunekirina bi rêbazên dervî mirovatî tên pêşxistin. Ciwantî û ciwanên me ku hêviya siberoja gelê me ye, bi destdirêjî, rêbazên faşîzane rizandin, bêesilkirin, sîxurkirin, bêexlaqkirin û asîmlekirin bi polîtîkayên bêexlaqî tê kur kirin. Bersiva herî mezin li dijî wan êrîşên dijmin, beşdarbûna Pêngava me ya 'Tolhildana Sor' e û ji dijmin hesap xwestin e. Hebûna dijmin li Kurdistanê ji bo sedema pirsîna hesap û rakirina tolhildanê ye. Dema dema hedê dijminê faşîst, kedxwar û bêexlqa nîşandayine.
'LI DIJÎ ZILM Û DESTHILATDARIYÊ HER CURÊ ÇALAKIYAN REWA YE'
Ev dijminê ku ji bo tevahî mirovahiyê xeteriyeke, hebûna wê li Kurdistanê wê bibe armanca pêngava me ya 'Tolhildana Sor'. Heta dagirkerî û kedxwariya T.C.'yê a ku dijminê gelan e ji holê rabe, em wek Ciwanên Kurdistanê jiyanê ji xwe re heram dibînin. Dijminê ku bi ti awayî mafê jiyanê ji bo Kurd û Kurdistanê nabîne, em jî ji bo vî dijminî tu mafê jiyanê nabînin. Li her deverê wê hêrsa me ya 'Tolhildana Sor' li ser stûyê dijmin û hevkarên wê be, wê biaramî ranezê, li kolan û kûçeyê em rehetî nadin wan ku tevbigerin. Ji ber vê wê ev pêngava me bibe pêngava tolhildana şehîdên me ku dijmin bi awayekî tirsonek û nemerdane êrîş dibe ser û wê bibe pêngava serketinê. Bi hişmendiya xwe a qirêj ku destdirêjî li zarokên Kurdistanê dikin û ew qetil dikin, em ê bibin kîn û kerba wan zarokan û li ser dijmin vereşînin. Bila tevahî ciwanên Kurdistanê û Tirkiyeyê bizane ku li hemberî vê zilmê bêdeng mayîn, çalakiyan pêşnexistin, ji demê re hiştin, ji kesên din hêvî kirin, wê tenê û tenê xizmeta polîtîkayên dijmin ên qirker bike. Cihê ku zilm lê hebe, li wir serî hildan û tolhildan çarenîne. Cihê ku zilm û desthilatdarî hebe, li wir her cûreyên çalakiyan rewa ye û bi maf e.
'KESÊN FÛHÛŞ, DESTDIRÊJÎ, MADDEYÊN HIŞBER BELAV DIKIN WÊ BIBIN HEDEF'
Bila hemû kes bizane ku em wek tevgerên DGH û DGKH serî hildanek bi heybet û Tolhildana Sor a şehîdan e. Kêlî kêliya bidawî kirina faşîzma qirker a AKP-MHP'ê ye. Kî ango kijan sazî ji vê pergala qirker û faşîst re bekçîtiyê/notirvaniyê, hevkariyê an jî piştevaniyê bike, wê bibe armanca me û wê rûye rehetiyê nebîne! Divê Tolhildana Sor a Ciwanên Kurdistanê çawa be, em nîşanî dijmin bidin. Bila hemû kes bizane ku ev pêvajo, pevajoya Tolhildana Sor e. Bi vê biryardariyê, îddayê û baweriyê em bang li tevahî Ciwanên Kurdistanê ê wêrek, mêrxas û çavreşiya çalakiyan dikin da ku ev pêngava 'Tolhildana Sor' bi hêz be. Em destdirêjên li Kurdistanê yek bi yek tune bikin, kesên ku ji dijmin re sîxurtiyê dike wê hilma me ji stûyê wan kêm nebe, kesên hevkar ku fûhûşê belav dikin wê hêrsa me ya sor bibîne, em ê li ser serê wan bin. Li Kurdistanê hebûna tevahî dijmin û her kesekî ku ji bo wê derfet ava dike di armanca me de ye. Bila her kes bizane ku em ê li her qada ku ew nefes digrin û distînin bikin armanca xwe.
'BEKÇIYÊN BÊRÛMET Û XWEFÎROŞ DI ARMANCA ÇALAKIYÊN ME DE NE'
Ji bo îradeya cewherî a gelê me derkeve holê, di sala 2015’an ku di pêşgentiya YDG-H berxwedanên Rêveberiyên Xweser pêşket, em bi wan şehîdên vê girêdayî be û ew mîrasa ala berxwedanê ku wan ji me re hiştiye, em ê bigihînin serketinê. Rêbertiya Azad, em ê bi welatê azad ve tacîdar bikin. Em soza derxistina vî dijminê qirker ji Kurdistanê didin. Heta Rêbertiya me û welatê me azad nebe, em bang li tevahî ciwanên Kurdistanê dikin ku bi rengekî bêhemap li ber xwe bidin. Di vê çarçoveyê de em wek DGH û DGKH kesên ku ji polîtîkayên dijminên faşîst re, ku li gelê me dide ferzkirin, bi awayekî bênamûskî jê re bekçîtiyê/notirvaniyê dike, bekçiyên bêrûmet û xwefîroş dikin armanca xwe."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Hemû kes û her saziya ku binketinan ji gelê me re rewa dibînin, piştevaniya faşîzma AKP-MHP'ê dike, ku ji bo berjewendiyên xwe dengê xwe dide vê rejîmê, wê bibe armanca pêngava me ya 'Tolhildana Sor'. Bi xirabkirina exlaqê civaka me, li ser esasê polîtîkayên rizandinê bi destê dijmin sîxurtî, fûhûş û maddeyên hişbir pêşdixin di armanca me deye."