DGH’ê li dijî tecrîdê li gelek bajaran çalakî kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina Qetlîama Roboskiyê rêze çalakî kirin.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, silavkirina çalakiya grevê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven destpê kirî û şermezarkirina Qetlîama Roboskiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê rêze çalakî kirin.

Detayên çalakiyan wiha ne:

STENBOL

29’ê Kanûnê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa li taxa Esentepe ya Sûltangazî bombeyek deng li cihekî kamerayên mobeseyê teqadin û pankartek hilawistine. Piştî teqînê hêzên dijmin tax dorpêç kiriye û yekîneyên me bi sax û silametî gihiştine cihên xwe.

ÎZMÎR

31’ê Kanûnê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nazelîn Korkût li navçeya Gazîemîr 2 wesayît şewitandin. Di vê çalakiyê de her du wesayît bi temamî hate rûxandin.

MÊRSÎN

30’ê Kanûnê Yekîneya Tolhidanê ya Şehîd Zana saet 02:40’an li derdorî Toroslar Guneyketê wesayîtekî ya kesayetekî MHP’yî şewitandin. Di vê çalakiyê de wesaytî bi temamî bêkêr bûye.

AMED

31’ê Kanûnê Yekîneya Tolhildanê ya Baran Amed li taxa Şeşamîl a Rezanê li ser dîwar nivîs nivîsandine.

ANTALYA

3’yê Kanûnê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Harûn Serhed Cihê Çêkirina Mekîneyên Kar ên li Manavgatê şewitandin. Di vê çalakiyê de 2 wesayîtên girêdayî şaredariyê şewitin û ziyan gihiştê. Her wiha ziyan mezin gihiştiye cihê çêkirina makîneyan.”