DFG û MKG'ê ji bo berdana rojnamevanên binçavkirî bang kirin

DFG û MKG'ê ji bo berdana rojnamevanên di çalakiyên şermezarkirinê de hatin binçavkirin, bang kirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê (MKG) DÎSK Basin-Îş têkildarî binçavkirina rojnamegeran, û muameleya xirab a li ser wan hatiye sepandina daxuyaniya nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojnamegerên ku piştî mazbataya ku li şûna bidin Namzetê hevşaredariya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Abdullah Zeydan dayîna namzetê AKP’î şûndatirê derketine hate bîr xistin û wiha hate gotin: “Rejîma AKP-MHP'ê ya zextxwir, di her bûyerên civakî de tundiyê li rojnamegeran dike. Rejîma AKP-MHP'ê ev tundî kiriye wekî adetekê. Îktidara ku tevî hemû hewldanên xwe nikare rastiyan veşêre, ji aliyê êrişa li ser xebatkarên çapemeneniya azad ên di warê ragihandina rastiyê de bi biryar in, paşde nasekine. Hema bêje di her bûyerên civakî de vê yekê dubare dike. Hevalên me yên li qadê raste rast dike hedef û ev yek dibe sedem ku bi destê polîsên xwe êrişê pêk bîne.”

Di daxuyaniyê de hati gotin ku tevî çalakgerên li dîjî darbeya li Wanê rabûne, rojnamegerên şopandina çalakiyan kirine jî hatine binçavkirin û wiha pê de çû: “Gelek hevalên me bûn hedef û bi êrişa polîsan re rû bi rû man. Rojnameger bûn hedefa bombeyên gazê û guleyên plastîk. Hinek bi tundiya polîsan rû bi rû man, polîsan bi zorê dîmenên rojnamegeran kişandibûn, jê birin. Li Wanê û li Stenbolê hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin.”

Di berdewama daxuyê de hat gotin ku li geşadanên Wan û Stenbolê de jî rojnameger bûne hedefa polîsan û ev tişt hatin gotin: “Li Wanê nûçegîhana NûJinhayê Medîne Mamedoglu hat binçavkirin û piştre hat berdan. Li Esenyurta Stenbolê nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Sezgin, nûçegîhana Ajansa Pîr Haber (PÎRHA) Dîlan Şimşek, nûçegîhana Rojnameya Yenî Yaşamê  Sema Korkmaz, nûçegîhana Arti Gerçekê Muzeyyen Yuce û li Kadikoyê jî nûçegîhana SiyasîHaber.Org Zîlan Azad û Yeşîm Dokur dema çalakiya jinan a ji bo piştevaniya Wanê dişopandin hatin binaçavkirin. Zîlan Azad û Yeşîm Dokur hatin berdan. 4 rojnameger jî hîn di bin çavan de ne û tê payin îro derkevin edliyeyê.

Dîmenên binçavkirina rojnamegeran ket rojava raya giştî. Ji aliyê gelek polîsan ve tundî li wan hatin kirin û hatin binçavkirin. Ji vana yek jê jî nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Sezgin e. Polîsan êşkence li Ferhat Sezgin kirin û pozê wî şikandin. Hevalên me yên rojnameger ên din jî di dema binçavkirinê de bi tundiyê rû bi rû man.

Ev rewş me dixe nava fikaran û me bi hêrs dike. Raste rast ewlehiya canê hevalên me dikeve nava talûkeyê. Lê belê divê polîs û leşkerên li wir di destpêkê de ji bo ewlehiya canê hevalên me hewl bidin. Lê belê polîs û leşker bi awayekî bêperwa êrişî hevalên me yên rojnameger dikin. Polîtîkayên bêcezahiştinê, polîs kirine mîna alavên îşkenceyê. Li kolanan lêdana kuştinê li mirovan dikin û kes ji vê yekê re nabêje bisekine. Lê belê em vê yekê qebûl nakin. Ev tundiya polîs û leşkeran darbeya herî mezin a li hember azadiya çapemeniyê ye. Îktidar û polîsên di bin fermana îktidarê de divê demildest dev ji van êrişana berdin û ji bo ewlehiya canê rojnamegeran hewl bidin. Her wiha divê her kes xwedî li kedkarên çapemeniyê yên dibin deng, guh û çavên gel, derkeve. Divê rojnameger bi destên îşkenceyê neyên berdan. Em ji bo hevalên xwe yên rojnameger ên êriş li wan hatine kirin, hatin binçavkirin û birîndar bûn dibêjin derbas bûyî be. Em daxwaz dikin ku hevalên me yên rojnameger demildest bên berdan.”