DFG’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina 2 rojnamevanan da

DFG’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina 2 rojnamevanên li Amedê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin da û banga hevgirtinê kir.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarê rojnamevan Nûrcan Yalçin û Derya Us a di serdegirtinên malan de li Amedê hatin binçavkirin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ligel ku sedema binçavkirinê ji aliyê polîsan ve nehatiye eşkerakirin jî, em dizanin ku ev operasyon bi armanca krîmînalîzekirina pîşeyê me hatiye kirin e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku di salên dawî de zexta li ser çapemeniyê zêde kir, bi taybetî destdirêjiya darazê ya li dijî rojnamevanên Kurd roj bi roj zêde dike.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û Rojnamevan Erdogan Alayûmat jî di nav de çend roj berê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatine girtin û hat gotin, "Esra Solîn Dal êşkenceya lêgerîna tazî lê hat ferzkirin û hê jî di hucreya yek kesî de tê girtin. Di nava du salên dawî de bi operasyonên cuda nêzî 40 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin girtin. Bi operasyona îro ku berdewama van operasyonên bi armanca bêdengkirina rojnamevanên Kurd e, hewl didin rê li pêşiya xebatê me bigirin. Tevî hemû zextan jî rojnamevanên Kurd ên ku kêliyekê jî dev ji nivîsandina rastiyan bernadin, wê berxwedana xwe ya li dijî vê bidomînin. Ji bo heqîqet bigihêje gel û hempîşeyên me bên berdan em ê têkoşînê bidomînin. Em bang li hemû rêxistinên pîşeyî û hempîşeyên xwe dikin ku ji bo xwedîderketina li pîşeya rojnamevaniyê di nava hevgirtinê de bin. Rojnamevanî ne sûc e. Rojnamevanan serbest berdin."