Dezgehên çapemeniyê: Em serî li hember yekdengiyê natewîn in
Dezgehên çapemeniyê yên ji Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiye (TGS), Rojnamevanên Sînor Nenas (RSC), Komeleya Rojnamevanên Hemdem û ji nûnerên Sendîkaya Basin-Îş pêk tên peyama ku “Em li hember yek dengiyê serî natewîn in” da.
ANF
STENBOL
duşem, 31 kewçêrê 2016, 20:27
Dezgehên çapemeniyê, binçavkirina rêveber û nivîskarên Rojnameya Cûmhûryetê li pêşiya avahiya rojnameya ya li Şîşliyê protesto kirin. Dezgehên çapemeniyê yên ji Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiye (TGS), Rojnamevanên Sînor Nenas (RSC), Komeleya Rojnamevanên Hemdem û ji nûnerên Sendîkaya Basin-Îş pêk tên peyama ku “Em li hember yek dengiyê serî natewîn in” da.
‘BI PIŞTGIRIYÊ EM Ê TARÎTIYÊ RONÎ BIKIN’
Her ku diçe bertekên li dijî binçavkirinan rêveber û nivîskarên Rojnameya Cûmhûryetê zêde dibin. Dezgehên çapemeniyê yên ku li pêşiya avahiya rojnameya ya li Şîşlî ku nobed hê dewam dike daxuyaniya çapemeniyê da, diyar kirin ku teslîmî tarîtiyê nabin. Di nobedê de dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin”, “Zext nikarin me bişkînin” û “ Xilasbûn nîne, yan tenê yan jî bi hevre, yan jî neyek ji me” hatin qîrkirin. Li ser navê dezgehên çapemeniyê destpêkê Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin-Îş Farûk Eren axivî. Eren bi bîr xist ku êrîşên li ser çapemeniya azad gihiştiye asta herî jor, gihiştiye wê astê ku di saet 05:00’ê sibehê de polîs bi ser mala rojnamevanê 70 salî de digirin, jimara rojnamevanên ku di girtîgehê de ji 100 derbaz kiriye, her roj dezgehekî çapemeniya muxalîf tê girtin.
‘ROJNAMEVANÊN KU PÊNÛSA WAN BI XWÎN DIXWAZIN’
Rêveberê TGS’ê yê Stenbolê Vûral Nasûhbeyoglû jî gotinên hikûmeta AKP’ê yên ‘Ev ne rojnamevanin’ bi bîr xist. Nasûhbeyoglû got: “ Îro bi ser avahiyên 18 rojnameyan de girtin ev çiye? Çek dîtin, çi dîtin? Ji derveyî xebatên rojnamevaniyê tiştekî din nabînin.” Nasûhbeyoglû diyar kir ku rojanmevanên ku hatin binçavkirin û girtin serê wan bilind in. Nasûhbeyoglû destnîşan kir ku îro ne tenê pîşeyê rojnamevanan li bin lingan tê xistin û wiha anî ziman: “ Şer dixwazin, rojnamevanên ku pênûsa wan tevlî xwînê bûne dixwazin. Dixwazin mafê gel ê agahîgirtinê ji destan bigirin. Nasûhbeyoglû bi bîr xist ku divê pêşiya van êrîşên topyekûn bê girtin, divê ji niha û şûn de rê nedin ku ti rojmanevan bên binçavkirin û girtin, em serî li hember yek dengiya AKP’ê natewîn in.”
Nûnerê Rojnamevanên Sînor Nenas ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû jî nerazîbûn nîşanî hempîşeyên xwe yên ku li dijî van êrîşan bêdeng dimînin da. Onderoglû got: “Beriya niha dema ku me alîkarî didan wan ev xweşmêrane bi çi dihatin sûcdarkirin.” Onderoglû bi van gotin: “Gelo îro hempîşeyên ku daxwazî platformên televîzyonan dikin, yên ku tên binçavkirin ne hevalên wan in?” bertek nîaşn da. Onderoglû diyar kir ku ev êrîş tenê bi rojnamevanan sînordar namîne, bi awayekî topyekûn li dijî ronakbîr, beşên muxalîfan e. Bi teqez bi yekîtiyê em dikarin van zextan têk bibin.
Piştî di axaftinan dezgehên çapemeniyê peyamên Nivîskar Asli Erdogan û Zimanzan Necmî Alpay ên ku li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê tên girtin xwendin, diyar kirin ku heta binçavî bên berdan, em ê her tim li pêşiya avahiya Rojnameya Cûmhûryetê nobedê dewam bikin.