Dewleta Tirk şehîdgeha Gimgimê xera kir

Li Gimgimê “Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî” bi wesayîtên kar bi temamî hat xerakirin.

Li Gimgimê “Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî” bi wesayîtên kar  bi temamî hat xerakirin.

Li Gimgimê “Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî” bi wesayîtên kar bi temamî hat xerakirin. Li herêma Kûlan a navçeya Gimgimê ya Mûşê ku “Şehîtgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî” jî lê ye, operasyonên bejahî û hewayî didomin, herêm bi êrîşên hewayî tê bomberdûmankirin. Li “Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî” mizgeft, Mala Cemê û gor hebûn, bi wesayîtên kar û wesayîtên zirxî hatin xerakirin.

Destûr nayê dayîn sivîl bikevin “Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî”, 10 kesên ku xwestin biçin Broja Kûlan, cihê tê bomberdûmankirin jî gule li wan hatin reşandin. 10 kes ji herêmê dûr ketin.

...