Dewleta Tirk li Saarbruckenê hate şermezarkirin
Li Saarbruckenê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirina Efrînê çalakî hate lidarxistin.
Li Saarbruckenê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirina Efrînê çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirina Efrînê standa agahdarkirinê hate danîn. Stand li ber Europa Galerie hate danîn û ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Saarlandê ve hate organîzekirin.
Wêneyên mirovên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê mexdûr bûne û alên YPG/YPJ'ê li standê hatin daliqandin. Wekî din gelek pankart hatin vekirin û komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê kiriye hatin teşhîrkirin.
Li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirina Efrînê bi sedan belavok hatin belavkirin.