Dewleta Tirk li Orebro û Freîbûrgê hate şermezarkirin

Dewleta Tirk a dagirker ku bi operasyonên qirkirinê li Başûrê Kurdistanê komkujiyan dike, li bajarê Orebro yê Swêdê û li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê hate şermezarkirin.

Li bajarê Orebro yê Swêdê, bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd nûnerên saziyên Kurdistanî li navenda bajêr li hev kom bûn û êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê şermezar kirin.

Serokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ridvan Altûn diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ya ku her roj hêza xwe lawaz dibe, bi tirsa ketina ji desthilatdariyê hîn bêhtir har dibe û qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike.

Altûn ragihand, dewleta Tirk tevî ku zêdeyî 30 sal in êrişê dibe ser Başûrê Kurdistanê, nikare bi ser bikeve û bang li partî û rêxistinên li Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Di çalakiyê de ku Asûrî-Suryan jî tevlî bûbûn, dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Dewleta Tirk a faşîst bicehime", "Kujer, faşîst Erdogan" û "Piştevaniya bi Kurdistanê re" hatin qîrîn.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî gel li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan. Kurdistaniyan xeleka ji mirovan ava kirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Di çalakiyê de bang li raya giştî ya cîhanê hate kirin ku bi hestiyarî tevbigerin.