Dewleta Tirk li Efrînê 2 jê zarok 7 kes revandin

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê herî kêm 7 sivîl revandin ku 2 jê zarok in.

Li gorî agahiyan, koma çete ya binavê Lîwa Semerqendê ya dewleta Tirk, dawiya hefteyê li gundê Mezin ê navçeya Şêrawayê 2 jê zarok 7 sivîl revandin.

Navê kesên hatine revandin wiha ne: Ehmed Ezîz û kurê wî Xalid Ezîz, Ebdulkerîm Hemade û kurê wî Rêzan Hemade, Nîzar Şikrî Çîlo. Her wiha navên her du zarokan nehatin zanîn.

Dewleta Tirk tevî komên xwe yên çete, vê dema dawiyê hîn bêhtir sivîlan ji bo fîdyeyê direvînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê ragihand ku di 30'ê Hezîranê de li gundê Dargirê yê navçeya Mabata ya Efrînê Cemal Umer Eliko (28), Sebrî Ehmed Mihemed (40), Mihyedin Eliko (55) û dayika wî Fîdan, Ebdo Mihemed Abdullah (35) û dayika wî Fatime, Îmad Qadir Hisên (35) û dayika wê Emîna hatine revandin.

Efrîn û herêma wê ji Adara 2018'an ve di bin dagirkeriya Tirk de ne. Li herêmê bi rêk û pêk sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin û mal û milkên gel tên desteserkirin, talankirin. Li herêmên dagirkirî "rejîma terorê" hatiye avakirin.

Li gundê Raco yê navçeya Mabatayê di 9'ê Hezîranê de 8 sivîl ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibûn revandin û ji malbatên wan û xizmên wan fîdye hatibû xwestin.

Li gorî agahiyên di dawiya meha Gulanê de hatin ragihandin di sala 2018'an de 11 jin, 2 salan bi rengekî hovane êşkence li wan hate kirin. Jinên ku ji bo fîdyeyê hatin revandin nêzî du salan ji malbatên wan hatibûn veşartin.