Dewleta Tirk ji miriyên Kurdan ditirse
Dewleta Tirk ji miriyên Kurdan ditirse
Dewleta Tirk ji miriyên Kurdan ditirse
Nivîskar û dîroknas Yusuf Baran Beyî diyar kir ku sedema ne diyarkirin cihên gora Seyîd Riza û pêşengên din ên Kurd, mimkun e di ‘Pirtûka Sor’ a Komara Tirkiyeyê de hatiye nivîsandin û da zanîn ku di mijara Dêrsimê de hikûmeta AKP’ê polîtîkayên xapînok dimeşîne.
Baran Beyî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a ji miriyên Kurdan ditirse divê êdî bi rastiyan re bê rû hev û got: “Dewleta Tirk divê bi dîroka xwe ya ku bi xwînê nivîsandine re bê rû hev. Divê lêborînê bixwazin. Gelê Dêrsimê cihê gora Seyîd Riza dixwazin. Aşkerakirina cihê gorê welat parçe nake. Ev xerabiyek nîne. Heta ku cihên van goran nebêjin nekarin pirsgirêka Kurd çareser bikin.
Em bi Yusuf Baran Beyî re li ser Seyîd Riza, serhildana Dêrsimê û hikûmeta AKP’ê axivîn.
Beriya her tiştî Seyît Riza, Pîr Sey Riza kî ye? Hûn dikarin bi kurtasî vebêjin?
Seyîd Riza ji eşîra Şêx Hesenan a Ezbentên Jorê Abbasan e. Kurê Seyîd Îbrahîm yê çaremîn e û yê herî biçûk e. Piştî Îbrahîm dimirine tayînî cihê bavê xwe dibe. Piştî mirina bavê xwe Seyîd Riza ji Lîrtîkê vediqete û li Gundê Agdat ê li qûntarê çiyayê Tujîk bi cih dibe.
Çar kurê wî hene. Sêx Hesen, Bira Îbrahîm, Resîd Huseyîn. Kurê wî yê mezin Şex Hesen di 17’ê Tebaxa 1937’an de bi 30 kesî re hat qetilkirin.
Gundê Agdat girêdayî nahiyeya Sîn a Hozatê ye. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Îstîklalê ya Elezîzê Hatemî Şahamoglu digot ku li vî gundî du biryargehên Seyîd Riza yek leşkerî û yek jî siyasî heye.
Seyîd Riza di 1915’an de xwedî li Ermeniyan derdikeve. 30 hezar Ermeniyî ji ser Erziromê derbasî Ermenîstanê dike.
Di dagirkirina Rûsyayê de rola Seyîd Riza çi ye?
Di dema dagirkirina Rûsyayê de Seyîd Riza bi Osmaniyan re li hev dike. Li gorî vê Dêrsîmî di dema dagirkirinê de li gel Osmaniyan cih girtin. Li dijî vê Osmaniyan pere û çek dane Dêrsimiyan. Dêrsimiyên ku bi hezaran salan ax û xweseriya xwe parastin dikevin şerê parastinê. Seyîd Riza li gundê Segedek bi Îsmet Paşa re tê cem hev û muhîmatê dixwaze. Bi parastineke tund pêşî li hatine Rûsan digire. Piştre bi eşîrên Dêrsimê re piştî parastineke mezin êrîşeke mezin rêxistin kir. Piştî têkoşîna 12 rojan Erzînxan tê rizgarkirin.
Ji bo Dêrsimiyan mafê pevçûna serbixwe tê nasîn. Sozên weke bi vî awayî li dijî hêzên dagirker ên Rûsyayê nakevin bin emrê artêşa Tirk, Dêrsimî ji leşkeriyê wê muaf bên girtin û bacê nedin.
Piştî Rizgarkirina Erzînxanê, Seyîd Riza çawa tê pêşwazîkirin?
Li gorî pirtûka nivîskar Ahmet Kahraman em biçin. Tê pîrozkirin. Pesnê wî tê dayîn. Diyarî û unvan tên dayîn.
Li herêmê artêşeke dewletê hebû. Fermandarê artêşê Kara Kazim Paşa (Kazim Karabekîr) bû. Kara Kazim ji bo xizmeta Seyîd Riza diçe cem wî û spas dike. Bi vê jî namîne unîformayekî dide ber. Ev unîformayek generalan bû.
Karabekîr bi xwe dibe alîkar ku Seyîd Riza unîforma li xwe bike.
Zeynel Axa yê ku efsanaya Çemê Sansa afirand jî nehatibû jirbîrkirin. Ji bo wî jî unvanî çawîşiyê hatibû dayîn. Unîformayek dan wî jî û madalyak danê.
Kazim Paşa her duyan digire wesayîta xwe û dibe biryargeha Erziromê. Li wir dike mêvan û piştre bi merasîman ber bi Dêrsimê ve bi rê dike.
Paşayên ku Seyîd Riza wisa derxistin ezmanan, piştre ew dijmin îlan kirin û ev jî nîşaneya îxaneta dewleta Tirk e.
Komara Tirk Seyîd Riza ‘şakî’ îlan dike. Hûn dikarin vê hinekê vebikin?
Li dijî Seyîd Riza û civaka herêmê îxanetek mezin mijara gotinê ye. Piştî serkeftina Dêrsimê ya li dijî Rûsan, wek dijmin hatin îlankirin û ji bo Seyîd Riza sifata ‘derebey, serê şakî û sergeder’ hatin dayîn û mixabin darve dikin.
Gelo Seyîd Riza teslîm bû yan jî ji bo hevdîtinê çû Erziromê?
Lêkolînerê Dêrsimê Seyfî Cengîz di vê mijarê de wiha dinivîse: Doza Dêrsimê demek dirêj bi Seyîd Riza dihat vegotin. Dewleta Tirk ji bo li Dêrsimê serdest be dixwest bi rêya suîkastekê Seyîd Riza ji holê rake û gelek suîkast kiriye. Lîderên mezin ên weke Sahan û Alîşêr ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Kemalîstan ji bo gelê Dêrsimê biçewisînin pêşengên wan îmha kirine û di 1938’an de bi qirkirina ku pêk hat tenê pêşeng ji holê ranekirine.
Li Konaxa hikûmeta Erzînxanê dema Seyîd Riza wek girtî derdixin, girseya li wir civiyaye bi zazakî; “Hukmato Zurekero Bêşeref /Hikûmeta bêşeref û derewkar!”) qîriyane. Ev qêrîn jî nîşan dide ku Seyîd Riza bi daxwaza xwe teslîm nebûye û di encama komploya dewletê de hatiye girtin.
Weke ku Seyfî Cengîz jî dibêje Seyîd Riza teslîm nebûye. Ev derewek ku aliyê dewletê ve hatiye gotin. Ger teslîm bibûya çima diçû Erzînxanê wê biçûya Elezîzê.
Çi bû sedema qirkirina Dêrsîmê?
Dema komkujiya Koçgiriyê destpê dike, Seyît Riza li dijî Enqereyê dibe xwedî helwest. Alîşêr û Alîşan Beg dike bin parastina xwe. Enqere jî dixwaze Seyîd Riza wan teslîm bike. Lê Seyîd Riza vê qebûl nake. Ji ber vê Dêrsim dibe hedef. Ev sedem zêde dibin û hikûmeta M. Kemal vê derê wek dijmin îlan dike û destpêkê pêşengê wan dikujin û piştre jî biryarên nû digire. Ya li wir operasyona qirkirinê ye. Her tişt bi vê biryarê destpê dike.
Meseleya Ermeniyan jî heye. Dêrsim bi hikûmetê re tevnagere. Ji ber vê her tim hedefa hikûmetê ye Dêrsim.
Di qirkirina Ermeniyan de a 1915’an de Ermenî ji bajarê derdorê diçin Dêrsimê. Seyît Riza wan diparêze.
Li Dêrsimê serhildan hebû yan jî wê ev komkujî pêk bihata?
Di pirtûka Sungu û Birîn de ev heye.Ya duyem jî; vegotinên serbazên li Dêrsimê peywir dikirin hene. Serbaz Hulusî Yahyagîl qirkirina wê rojê wiha vedibêje:
1938’an de em wek memur tayînî vir kirin û xwestin em serhildana Dêrsimê biçewisînin. Serhildana ku wan digot jî, li hinek gundan hinek kesan 10 salan bac nedabû. Talîmata ku wan da me jî; ÎMHA bû. Lê ev sedem ne rast bû. Sedema rast dixwestin Dêrsimê bikin Tirk. Ez fermandar bûm. Talîmata ku dan me gotin bila zindiyek nemîne.”(lê binêrin. N. Şahinler: son şehitler.)
Sêyemîn jî raporên ji devê rayedaran hatiye nivîsin. Rapora ji bo Reîsê Erkanê Harbiye hatiye dayîn em bixwînin
“Mudaxaleya hêzên çekdar tesîrek mezin li ser Dêrsimê dike. Di nava civaka Tirk de divê Kurdbûn bihata helandin. (Ayşe Hur, rojnameya Taraf. 16.11.2008)
Ev rapor piştre veguheriye fermana gelê Dêrsimê. Ez tiştekî din jî dibêjim. Li bajarê Rojhilat û Anatolya Navîn gelek serhildan çêbûn, lê yek jî bi komkujiyê nehat çewisandin.
Hûn dikarin behsa raporên rayedaran bikin?
Sedema herî mezin a qirkirina Dêrsimê Kurdbûn bû.
M. Kemal tevgera îmhaya 1926’an, 1925’an a li dijî Kurdan ji rojnamegerê Swêdî EMİLE HUDERBRAND re wiha dibêje: "Dema ew li dijî îradeya komarê derketin min ew bi destê hesinî pelçiqandin. Mînak di carekê de min 60 pêşengên wan (Seyîd Riza û hevalên wî) têk bir. Kurdan dersa xwe girtine û carek din wê neyên pêşberî min.” (M.Bayrak; Rûpel;170 Dersim-Koçgir)
Bi rastî hikûmet ji Dêrsimê ditirsiya?
Em hemû dizanin serbazên Tirk gotine; "Me artêşek nikaribû em sê Dêrsimiyên ku çibûn çiyê têk bibin."
Îradeya damezrîner ji bo Dêrsimê çi digot?
Ji rapora Islahat a Dêrsimê, rayedarekî din ê payebilind der barê Dêrsimê de raporê amade dike û em ji vir hîn dibin. Çend mînakan bidim.
Yekem; daxuyaniya M. Kemal agahiya komkujiyê dide; di nava me de alî hebe ev jî pirsgirêka Dêrsimê ye. Ji bo ku ev demildest ji kokê bên paqijkirin divê hikûmet demildest rayeyê bide me. (Yê ragihandiye, Dr.Nûrî Dêrsimî, age, s. 253)
Ya duyemîn daxuyaniya Îsmet Înonu; "Tenê neteweya Tirk dixwaze maf bixwaze. Wekî din mafê tu kesî tune." (Rojnameya Milliyet; 31.08.1930)
Ya sêyem: Celal Bayar wiha dibêje; "Di demeke nêz de wê artêşa me li Dêrsimê manewrayan bike. Ji ber vê jî wê meseleya Kurdbûnê ji holê bê rakirin.” (Taha Akyol- 01 Kanûn 2011)
Kê qirkirina Dêrsimê pêk anî?
Qanûna Îskanê ya 1934, Qanûna Tunç-elî ya 1935 û Biryara Desteya Wezîran a der barê Tevgera Tenkîl a Tunceliyê ya 4’ê Gulana 1937’an bi talîmata Mustafa Kemal hatiye derxistin. Di bin vê de îmzeya Mustafa Kemal heye. Ataturk ji civîna desteya wezîran re serokatî kiriye.
Seyîd Riza nameyan dinivîse. Sedema vê çi ye?
Seyîd Riza nedixwest xwîn birije. Ji bo vê ji gelek rayedaran re nameyan dinivîse. Ez vê jî bêjim kesê ku bixwaze serhildanê pêk bîne van nameyan dinivîsine gelo?
Gelê Dêrsimê cihê gorê dixwaze hîn bibe? Lê tevî 77 salan li ser re derbas bûye sira veşartina gorê didome, sedema vê çi ye?
Sedema vê jî di Pirtûka Sor de tê nivîsin. Dewleta Tirk a ku ji miriyên Kurdan ditirse divê demildest bi van komkujiyên ku pêk anîne re bê cem hev û pêngavên pêwîst bavêje. Niha mirov li Pirsûsê di nava têkoşîneke bêhempa de ne û hemû cîhanê berê xwe daye wan. Lê dewleta Tirk wek şanoyekê temaşe dike. Nemaye ku ev agir biavêje axa me. Ji ber vê divê rayedarên Tirk bi dîroka xwe re bên rû hev. Divê lêborîn bixwazin. Gelê me dixwaze cihê gora Seyîd Riza zanibe. Aşkerakirina cihê gorê vî welatî parçe nake. Ev ne xerabiyeke. Heta cihê gorê nebêjin nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin.”