Dewleta Tirk êrîşî DAÎŞ’ê nake, DAÎŞ bi xwe gundan vala dike û radestî çeteyên Tirk dike

Dagirkeriya li dijî bajarê Cerablûsê ji hêla dewleta Tirk û çapemeniya wê mîna ‘Harekata Mezin a Leşkerî’ tê serwîskirin, lê gundiyên Cerablûsê gotin ku ti harekat nîne, tenê ji bo dagirkeriyê sewqiyata leşkerî heye.

Dewleta Tirk bi rojan beriya niha, navçeya Karkamiş a li beramberî bajarê Cerablûsê vala kir, qedexeya kolanan lê îlan kir, da xuyakirin ku harekatek bi navê “Firat Kalkani” (Mertalê Firatê) dane destpêkirin. Lê, gundiyên li vê herêmê û dîmenên hatine kişandin van îdîayên dewleta Tirk derewandin. Li gor gotinên gundiyan û dîmenan, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ti operasyon û şer neqewimîne, sewqiyata hin komên çete û cebilxaneyê ji hêla dewleta Tirk pêk tê.

Hate ragihandin ku çeteyên DAÎŞ’ê 4 gund vala kirin û radestî çeteyên din ên girêdayî dewleta Tirk kirin.

‘OPERASYON Û ŞER NÎNE’

Gundiyekî li gundê Karakûyû ya Cerablûsê dijî û nexwest navê xwe bide, diyar kir ku niha 12-13 kîlometreyan dûrî Cerablûsê ne. Gundî ragihand ku li navenda bajarê Cerablûsê tenê çeteyên DAÎŞ’ê dimand, got li navenda bajêr ti şer neqewimîne.

Gundî vegot ku li gundê Keklîce yê girêdayî Cerablûsê ye û 4 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr e, çend tankên Tirkan hatin bicihkirin, îfade kir ku ev tank jî bi ti berxwedanê re hevrû nebûne.

Gundiyên li gundên Karikamişê dimînin jî destnîşan kirin ku ji serê sibehê ve ti şer neqewimiye, tenê artêşa Tirk wek pêşendanê çoltera Cerablûsê bombe dike.

GELO MÎZANSEN E?

Gundiyan ragihandin ku bi rojan e çeteyên DAÎŞ’ê bi awayê komên ku ji 10-15 kesan pêk tê ji Cerablûsê derbasî Tirkiyeyê dibin, diyar kirin ku ev kom jî bi wesayîtên taybet hatine veguhestin. Gundiyan dan xuyakirin ku çeteyên derbasî Tirkiyeyê bibûn îro jî bi hin cilên din derbasî Cerablûsê bûne, îşaret kirin ku mîzansenek tê lîstin.

Bêdengiya li navenda bajarê Cerablûsê û tevî qedexeya kolanan a li navenda bajarê Karikamişê jî domdariya jiyana asayî van îdîayên gundiyan xurttir dikin.

Her wiha, pir balkêş e ku hêzên dewleta Tirk li cihên ku dibêjin harekatê dikin jî bêyî tevdîr bi rehetî tevdigerin.

Li navenda bajarê Cerablûsê û giştî xeta sînor niha bêdengiyek serwer e, bi awayekî zêde sewqiyatek lojîstîk û leşkerî ji bo deriyê sînor ê Cerablûsê pêk tê.