'Dewleta Tirk bi rêya SÎHA'yan hiqûqa navneteweyî binpê dike'

Têkildarî SÎHA'yan ku dewleta Tirk bi rêya wan li Kurdistanê komkujiyan dike, panelek onlîne hate lidarxistin. Pisporên ku tevlî panelê bûn diyar kirin, ku Tirkiye bi SÎHA'yan ji gelek aliyan ve hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Artêşa Tirk bi Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) dema dawî li gelek herêmên Kurdistanê û Lîbyayê komkujiyan dike. SÎHA'yên ku hem li Başûr hem jî li Rojavayê Kurdistanê êrişê dibin ser sivîlan di rojeva muxalefeta Elmanyayê de ne.

Di SÎHA û ÎHA yên dewleta Tirk de teknolojiya Elman balê dikişîne. Civaka Azad ku li Elmanyayê ji bo Kurdan karê raya giştî dimeşîne, têkildarî komkujiyên ku bi SÎHA yên Tirk tên kirin panelek li dar xist. Ji ber tedbîrên dijî vîrûsa koronayê, panel bi rengê onlîne hate lidarxistin. Xebatkarê Meclîsa Federal rojnamevan Matthîas Monroy ku li ser balafirên bêmirov lêkolîn kiriye, nûnera Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek û pisporê hiqûqa navneteweyî Dr. Robert Fraû tevlî panelê bûn.

Panel bi moderatoriya parêzer û aktîvîstê mafên mirovan Dr. Lûkas Theûne pêk hat û destpêkê Meral Çîçek ji bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê axivî. Çîçek li ser êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê agahiyên berfireh parve kir û bi bîr xist, piştî ku Erdogan sala 2007'an serdana Washîngtonê kir û DYE'yê rê da wî, êrişên hewayî li herêmê dest pê kirin.

DI NAVA 2 MEHÊN DAWÎ DE 10 SIVÎL BI SÎHA'YAN HATIN KUŞTIN

Çîçek diyar kir ku yekemcar di Nîsana 2017'an de li Şengal û Rojava êriş hatin kirin û got, "Ji hingî ve ne tenê herêma Qendîlê her wiha gelek herêmên Başûrê Kurdistanê yên wargehên sivîlan, gelek herêmên Rojava dibin hedefa SÎHA'yan. Herî dawî herêmên li ser sînorên Îran-Iraqê bûn hedef."

Çîçek ragihand, balafirên bêmirov rojane li ser Başûrê Kurdistanê difirin û bi taybetî liv û tevgera SÎHA'yan li Silêmaniyeyê zêde bûne. Çîçek ragihand ku ev liv û tevger tê wateya amadekariya dewleta Tirk a ji bo komkujiyeke nû ya siyasî û bib îr xist ku di nava du mehên dawî de li Başûrê Kurdistanê 10 sivîl bi SÎHA'yan hatin kuştin, ji Tebaxa 2015'an ve jî herî kêm 87 sivîl di êrişa hewayî ya artêşa Tirk de hatine kuştin.

Rojnamvean Matthîas Monroy jî li ser SÎHA'yên dewleta Tirk agahiyên teknîkî parve kir û bi bîr xist ku dewleta Tirk sala 2011'an bi ÎHA'yên ji Îsraîlê wergirtî dest bi bikaranîna balafirên bêmirov kiriye. Monroy diyar kir ku dewleta Tİrk di salên derbasbûyî de bi amûrên şer ên biçûkkirî hem komkujÎ kir hem jî li qada navneteweyî bazirganiyeke girîng kir.

BILA MEXDÛR SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN

Rojnamevan-lêkolîner Monrey bi bîr xist ku SÎHA'yên karibin bombeyên tonekê hilgirin tên çêkirin û got, "Bi taybetî Lîbya veguheriye qada şerê SÎHA'yan. Li aliyekî SÎHA'yên dewleta Tirk, li aliyê din jî SÎHA'yên ku Îmaratê ji Çînê kirîne li Lîbyayê şerê hev dikin."

Di panelê de herî dawî pisporê hiqûqa navneteweyî Dr. Robert Fraû axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi bikaranîna SÎHA'yan ji gelek aliyan ve qanûnên navneteweyî nas nake. Dr. Fraû destnîşan kir ku Tirkiye li Iraq û Sûriyeyê aliyekî fermî yê şer nîne, lewma bi firandina SÎHA'yan li van welatan hiûqa navneteweyî binpê dike.

Pisporê hiqûqê ragihand ku Tirkiye dema ku SÎHA'yan bi kar tîne guh nade pîvanên mafên mirovan û got, "Tirkiye di heman demê de înfazên bêdaraz dike."

Dr. Robert Fraû diyar kir ku li dijî van sûcên dewleta Tirk, xizmên qurbaniyan dikarin li dijî Tirkiyeyê dozê vekin û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Dr. Fraû got, "Bêguman pêvajoya li DMME'yê dibe ku bi salan dewam bike, lê belê ji bo darizandina van sûcan niha ji bilî vê yekê rêyeke din nîne."