Dewleta Tirk a dagirker li Saratovê hate şermezarkirin

Kurdên li herêma Saratovê ya Rûsyayê li hev kom bûn û êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê Kurd şermezar kirin.

Kurdên li gundê Tîmonîno yê navçeya Dergaçî ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê li hev kom bûn.

Bi navçê çalakgeran Serokê Otonomiya Çandî û Neteweyî ya Kurdan a li navçeya Dergaçiyê Îsmaîl Yûsûbov axivî.

Yûsûbov diyar kir ku êrişên dewleta Tirk di çarçoveya konseptekê de tên kirin û ev konsept jî hewldana ji bo jinûve pêkanîna komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku armanc ji van êrişan tunekirina destketiyên gelê Kurd e û gelê Kurd tenê bi yekîtiyê dikare li ber van êrişan rabe.

Di çalakiyê de her wiha endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn jî hate bîranîn.

Yûsûbov bang li raya giştî jî kir ku li dijî bêhiqûqî û bêdaletiya li gelê Kurd tê kirin, bêdeng nemîne.